Gerîla Akdogan li Parîsê hate bîranîn

Gerîla Akdogan li Parîsê hate bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Huseyin Akdogan li herêma Villeuve-Saint-Georges a Parîsê hate bîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Huseyin Akdogan (Armanc Kerboran) ê ku di pevçûnek li dijî artêşa Tirk de jiyana ji xwest da li herêma  Villeuve-Saint-Georges a Parîsê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd  hate bîranîn. Tevî malbatê gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Kekê gerîla Armanc Celîl Akdogan di merasîma bîranînê de axivî û got: “Birayê min Armanc Kerboran di rêya rûmetê ya gelê xwe de, sala 2011'an şehîd ketiye. Ez bejna xwe li ber wî û hemû hevalên wî yên di vê têkoşîna bi rûmet de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim. Heta gelê Kurd û Kurdistan azad nebin em ê têbikoşin.”

Di bîranînê de sînevîzyonek têkildarî têkoşîna Akdogan hate nîşandan.