Gerger: Sûriyeyek bêyî Kurdan nabe!
Pisporê Rojhilata Navîn Halûk Gerger, têkildarî venexwendina PYD'ê ji civîna Cenevre-3 re bersiv da pirsên ANF'ê.
Pisporê Rojhilata Navîn Halûk Gerger, têkildarî venexwendina PYD'ê ji civîna Cenevre-3 re bersiv da pirsên ANF'ê.
Pisporê Rojhilata Navîn Gerber maseya li Cenevreyê şiband 'sifra guran' û got, "Sûriyeyeke bi yan jî bê Esad pêkan jî be, êdî bêyî Kurdan nepêkane."
Pisporê Rojhilata Navîn Halûk Gerger, têkildarî venexwendina PYD'ê ji civîna Cenevre-3 re bersiv da pirsên ANF'ê.
'CENEVRE SIFRA GURAN E!'
Tevî ku li Sûriyeyê hêza herî xurt a li dijî DAIŞ'ê şer dike ye, PYD ji bo civîna Cenevre nehat evxwendin, ev tê çi wateyê?
'Bûyîna hêza herî bi bandor a di şerê li dijî DAIŞ'ê' de, wateya xwe li Cenevreyê nîne. Bêguman 'bûyîna hêza herî bi bandor a şerê li dijî DAIŞ'ê', ji bo PYD'ê destketiyên girîng afirand. PYD'ê bêguman beriya her tiştî şerê man-nemanê meşand û bi ser ket. Tevî vê yekê, tecrîda li ser Kurdên li Sûriyeyê şikand, ji aliyê meşrûiyeta navneteweyî ve gav bi pêş de avêt; li qada siyaseta navneteweyî derfetên avakirina tifaqan, serbestiya tevgerê û derfetên xwegihandina raya giştî ya cîhanê afirand. Derb li çavkaniyên sûcdariya 'terorîst' xist. Lê li sifra guran a Cenevreyê, rojev egerên cuda ne. Li ser vê sifreyê şerê wergirtina parekê ji herêmê, bi taybetî jî ji Sûriyeyê tê meşandin. Kart li gorî vê yekê tên vekirin, hesab li ser vê tê kirin. Li Cenevreyê, yên ji vê sîstema herêmî ya ji Şerê Yekemîn ê Cîhanê maye gazinan nakin, afirînerên 'ya kevin' û alîgirên dewamkirina vê yekê, xwe ji şer û kaosê xwedî dikirin û bi vî rengî hewl didin avantajekê bi dest bixin. Li dora vê maseyê, yekane hêza ku li dijî sîstema kevne yan jî li dijî statukya Sykes-Pîcot e, Kurd in. Lewma cih ji Kurdan re nîne. Bêguman helwesta şantajê ya Tirkiyeyê ev rastiya polîtîk a giştî xurttir kir.
'BERXWEDANA KURDAN WÊ HEVSENGIYA SÛNÎ JI HEV BIXÎNE'
Ev astengî wê bandoreke çawa li hevsengiyên li Sûriyeyê bike?
Ji aliyê DYA ve ku hewl dide 'Sûriyeya nû' ji nû ve li statuya herêmî ya giştî pê ve bike, PYD hêzeke ku bi gotina wan 'postalê li herêmê' (boots on the field) e. Rewşa Kurdan a li derveyî mûxalefeta giştî ya Sûriyeyê, yanî taybetmendiya wan (neteweyeke cuda ye ku xwedî berjewendî û pêwîstiyên cuda ye) ji bo DYA ne karekî pêşî ye. Ji aliyê Rûsyayê ve, ku ji pozîsyona çete hin pêngavên polîtîkaya navneteweyî diavêje, ya herî girîng îsketela Baasê ya Dewleta Sûriyeyê ye, ku ew jî rêxistinbûyîneke din a çete ye. Nêrîna vê perspektîfê li Kurdan jî, ji destpêkê ve bi înkar û şovenîzmê bi jehr bûye. Ya ku sînorên nêzîkatiyên taktîkî xêz dike jî ev helwesta kevneşop e. Nuqteya hevpar a hikûmetên Tirkiye, Îran û Iraqê ku tevlî nava rewşê bûne, ji nêrîna Baasê cudatir nîne. Ji bo pianiya 'mûxalefeta demokratîk' a li Sûriyeyê, 'sînorên demokratbûyînê' heta Kurdan e. Du tişt wê hevsengiyan biguherîne. Ev nêzîkatî û mejiyê aliyan, ku ne xwedî kapasîste, huner, niyet û derfetên 'çareseriyek' 'mayîn'. Zor lîstikê xera dike, lê ji zalim û zordaran re jî nabe yar. Ya dueymîn, ya ku vê hevsengiya sûnî ji hev bixîne berxwedana berxwedêrî ya Kurdan e."
'DI NAVA STATUKOYA NÛ DE WÊ STATUKOYA NETEWEYÎ YA KURD HEBE'
Li gorî we, piştî vê astengiyê wê PYD rêyeke çawa bişopîne?
Ez nikarim rê nîşanî Kurdan bidim. Bi tenê dikarim vê bêjim: Dorpêçiya li hemberî Kurdan li hemberî temamiya herêmê, li hemberî hemû mezlûmên herêmê hatiye kirin. Ji bo têkbirina vê lîstikê û şikandina vê dorpêçiyê, girîng e gelê herêmê, mezlûmên herêmê piştgiriyê bide Kurdan, ku ev yek ji bo wan xwe ye. Girîng e her demokrat, her aştîxwaz, her mirovekî pêşverû û rêxistinbûyîneke demokratîk bikevin nava çalakiya bicihanîna vê pratîkê. Naxwe herêm wê di nava şer, teror û kaosê de bitevize, axa mirî wê li ser gelan bê reşandin û yê winda bike wê ne tenê Kurd bin. Divê neyê ji bîrkirin; edanet nebe aştî nîne, bi tena serê xwe rizgarî jî nîne. Sûriyeyeke bi yan jî bê Esad pêkan jî be, êdî bêyî Kurdan nepêkane. Di heman demê de rojava bêyî rojhilat, bakur jî bêyî başûr nabe, lewma welatên ev parçe di nav de ne, wê yekser bikevin bin bandorê. Di pratîkê de statukoya Rojhilata Navîn a li ser bingeha rastiya Kurdê bêstatuko hatiye avakirin, êdî hilweşiya ye. Di nava statukoya nû de wê ji sedî sed statuya neteweyî ya Kurdan hebe. Ev yek li Iraqê bû û pêş dikeve. Li Sûriyeyê jî sînor derbas kiriye."