Gerger: DAIŞ li ser navê Tirkiyeyê li dijî Kurdan re şer dike
Gerger: DAIŞ li ser navê Tirkiyeyê li dijî Kurdan re şer dike
Gerger: DAIŞ li ser navê Tirkiyeyê li dijî Kurdan re şer dike
Lêkolîner nivîskar Haluk Gerger diyar kir ku tu pirsgirêka Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re tune ye û got ku Rojhilatek Navîn a bê DAIŞ û bi DAIŞ li hesabê Tirkiyeyê tê. Gerger da zanîn ku DAIŞ li ser navê Tirkiyeyê li dijî Kudan şerekî wekaletê dimeşîne û di rewşa ku DAIŞ bi giştî bê qedandin de îhtîmala ku tevgereke bejayî yan jî herêmeke tampon bê rojevê heye. Gerger anî ziman ku di vê rewşê de dê Tirkiye xeyala wê ya hebûna leşkerî ya li Sûriye/Rojava pêk bê.
Dewleta Tirk di koalîsyona navneteweyî ya ku DYA serkêşiya wê dike û li dijî DAIŞ’ê tê meşandin de dê aktîf cih negire. Navenda Çapemeniya Biyanî ya Girêdayî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê daxuyaniyek da û diyar kir ku di koalîasyonê de 38 welat hene. Di nava van de wek dihat payîn Tirkiye tune.
Lê di çapemeniya alîgir de nûçeyên der barê ku li sînorê Rojavayê Kurdistanê ve ji aliyê fermandariya giştî ve herêmek tampon tê avakirin de cih girtin. Ev mijar ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hate piştgirastkirin.
Di vê rewşê de cihê Tirkiyeyê di plana ‘Têkoşîna bi DAIŞ’ê ’ ya DYA’yê re heye yan na? Planên Tirkiyeyê çi ne?
Ev pirsên me nivîskar-lêkolîner Haluk Gerger bersivand.
Gerger got; “Pirsgirêka Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re tune. Nuqteya ku divê li ser bê sekinandin ev e. Du lingê polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Rojhilata Navîn de heye. Yek ji stratejiya Amerîkayê pêk tê. Ya duyemîn jî ji ber meseleya wan a taybet; pirsgirêka Kurd. Ev her du neyên fêmkirin, siyaseta Tirkiyeyê ya der barê Rojhilata Navîn de nayê fêmkirin. Encama stratejiya Amerîkayê; wek nifşê kesk ê dema şerê sar, Amerîka di vê dema dawî de jî hewl dide eksena Sunnî biafirîne û vê bandor li ser Tirkiyeyê jî kir. Esasê têkiliya Tirkiyeyê ya komên çeteyan re ev e. Lê bi tena serê xwe pirsgirêkê çareser nake. Divê em bên asta duyemîn. Ev jî meseleya Kurd e. Amerîkayê ji bo êrîşên li dijî Iraq û Sûriyeyê got: “Li Rojava û Sûriyeyê deriyê derfetên têkoşîna leşkerî vedike.” Ev li karê Tirkiyeyê jî hat. Ji ber ku muxalefeta Sûriyeyê li dijî Kurdan bû. Di esas de neteweperestiya Ereb hebû. Di alî Tirkiyeyê de li ser Kurdan zext bûn. Zexta ku Tirkiyeyê nikarî bike, bi DAIŞ’ê dida kirin. DAIŞ li ser navê Tirkiyeyê şer dimeşîne.
TIRKIYE JI HEBÛNA DAIŞ’Ê KÊFXWEŞE
Gerger da zanîn ku Tirkiye ji hebûna DAIŞ’ê gelek kêfxweşe û got: “Pirsgirêkek Tirkiyeyê ya wek DAIŞ’ê tune. Bihêzbûna DAIŞ’ê, Bexdayê dike zorê. Her wiha Îran û Kurdan jî dike zorê. Ji ber vê Tirkiye kêfxweş e. Ji ber pirsgirêkek bi DAIŞ’ê re tune. Lê Tirkiye niha ji ber plana têkoşîna li dijî DAIŞ’ê re bi DYA’yê re ketiye zehmetiyê. Ji ber ku tevlîbûna vê koalîasyonê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê pêwîst dike.
Li gorî Gerger Dewleta Tirk xwedî planên ku nakokiyan çareser dike ye.
Gerger bi lêv kir ku Tirkiye bi hemû derfetên xwe tevlî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê nabe û dixwaze zextên DAIŞ’ê bidome. Gerger got: “Tirkiye dizane ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tevgereke bejayî ferz dike. Ev encamê nade lê bi zewq temaşe dike. îro ji bo tevgera hewayî temam dibêje. Bi vî awayî ji Amerîkayê re dibêje erê. Li holê pirsgirêkek tune. Lê dema ev kar mezin bibe biguhere tevgera bejayî Tirkiye dibêje ez ê jî tevlî tevgera bejayî bibim. Planake B ya Tirkiyeyê amade ye. Ev jî herêmên tampon e.
Gerger destnîşan kir ku herêmaTampon tê wateya tevlîbûna tevgera bejayi ye.
Gerger wiha got: “Tirkiyeyê der barê hebûn û tunebûna DAIŞ’ê de jî plan amade kiriye. Ji bo Tirkiyeyê DAIŞ bimîne başe. Dê zextên li ser Kurdan bidome. Dema şer mezin bibe jî dê herêmeke tampon ava bike. “