‘Ger xiyanet nebûya, komkujî ne dibû’
‘Ger xiyanet nebûya, komkujî ne dibû’
‘Ger xiyanet nebûya, komkujî ne dibû’
30 Tîrmehê saet di 16’an de komên çete yên girêdayî Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El/Eniya El Nusra û hemû tabûrên Artêşa Azad ên Mimbic, Bab erîşî bajarê Til Eran û Til Hasilê kiribûn, bi sedan kesên sivîl revandibûn û li gora çavkaniyên heremê 50 li cihekî û 20 li cihekî 70 kesên sivîl hatin kuştin. Her roj li ser komkujiya li Til Eran û Til Hasilê agahî û şahidên nû derdikevin. Yek ji wan şahidên ku xwe ji komkujiyê rizgarkiriye Brahîm e, ku haya wî ji zarokên wî yên li Til Eranê nîne. Brahîm dibêje, "Li herdu bajarokan 25 hezar Kurd dijiyan. Eger xiyanet nebûya, wan koman nekarîbûn Kurd bikuştina."
“ÊŞKENCE LI JINAN KIRIN”
Brahîm ê bavê 11 zarokan, ku ji komkujiya Til Eran û Til Hasilê filitî da xuyakirin ku heta niha li herêmê di navbera wan û Ereban de ti pirsgirêk tinebûn û van koman ev demeke jiyan li wan herimandibûn. Brahîm got, “Li Til Eranê û Til Hasilê 25 hezar Kurd dijiyan. Weke gelê Til Eranê û Til Hasilê me bi cotkariyê debara xwe dikirin. Weke Kurd û Ereb heta niha ti cûdahî di navbera me de tinebûn, weke xwişk û birayên hev bûn. Di meha 6’an de şer di navbera wan komên çete û rejîma Sûriyê de derket. Dema topbaran çêbû, ev kom ji vir derketin û leşkerên rejîmê ketin bajarok û vekişiyan. Piştî leşkerên rejîmê vekişiyan ev kom dîsa ketin bajarokê Til Eran, malên şêniyan vala kirin û bi xwe lê bicih bûn. Ji ber ketin malê gel neçar ma di bin konan de bijî. Me hewl dan wan ji malê xwe derxînin, lê derneketin. Herî dawî jin çûn ji wan xwestin ku ji malên wan derkevin. Lê li jinan dan û êşkence li wan kirin. Li ser wê xortê me xwestin nehêlin li jinan bidin. Lê li xortekî me dan û ew birîndar kirin. Li ser vê yekê me parastina xwe kir û pevçûnan destpê kir.”
“TIŞTÊ MIN BI ÇAVÊ XWE DÎT; 27 KES KUŞTIN”
Brahîm da xuyakirin, ku ji Mimbic, Bab, Ezaz 23 Tabûrên El Nusra/Artêşa Azad êrîşî bajarokê wan kirine û anî ziman ku ew bi tenê hatiye, hemû zarokên wî û malbata wî li Til Eranê mane û ew nizanin ka rewşa wan çiye. Brahîm got, "Tiştê min dît, li Til Hasil û Til Eranê 27 hevalên me hatin kuştin û hemû jî sivîl bûn. Niha pirr kes wendane, em nizanin li ku derê ne. Li ber çavên min zarokî li berderiyê mala xwe bi karnesê kuştin. Em seat çaran derketin ka em cenazeyê xwe bigrin û bisipêrin axê. Gotin 3 kuştine û avêtine ber deriyê firinê. Me xwest em xwe bigînin wir, dema em çûn ber firinê em dît serê Husin Xemîs, Mihemed Welîd, Semîr Hemo jêkirine. Me bihîst ku hineka hevalê me kuştine û avêtine bakurê bajarok. Em çûn, li cihekî 6 kes hatibûn kuştin, 8 jî li cihekî din hatibûn kuştin. Li wir, ji kesên hatibû kuştin Weysî Xelîl, Ehmed Ehmed Derwîş yê min nas kir.”
“JINEK, ZAROK Û HEVSERÊ WÊ LI BER DERIYÊ WAN HATIN KUŞTIN”
Brahîm ragihand ku li ber çavên wî, jinek, zarok û hevserê wê kuştine û got, “Dema ez reviyam 500 kes li Til Eran û Til Hasil hatibûn ragirtin. Hinek birine Sanaiyê, Şêx Necar. Herkes bê mebest digirtin. Digotin eger çekek û hezar fîşekê bidin wan, ewê yek ji dîlgirtiyan berdin. Yên ji xwe navê wan bi welatparêziyê derketibin hîç bernadin. Jina bi navê Delal, zarokê wê biçûk û hevserê wê dema derket devê derî ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin.”
JI MIZGEFTAN BANG
Brahîm da zanîn di mizgeftan de banga talan û qetla Kurdan helale dihat kirin û wiha got “Ji mizgefta banga talan, kuştin, namûsa kurdan helale dihat kirin. Bi dehan kes li gel xwe birin û kîs xistibûn serê wan. Mal talan dikirin, bi dehan wesayîtên gundiyan desteser kirin. Perê gel ji wan bi zorê girtin. Tiştê ez zanim bi tenê li Til Eran 300 mîlyonê Sûriyê birine.
"MA HÛN JÎ MISLIMAN IN”
“Yek hebû di nav wan de ji Efganîstanê bû, Pakîstanê bû nizanim dema di mizgeftê mele bang da, ji min re got “ma hûn jî mislimanin”, Me wek misliman nedîtin.
“CENAZE BI WESAYÎTÊ VE GIRÊDAN Û BI ERDÊ KAŞ KIRIN”
Reşîdê êrîşên Til Eranê de birîndar bû diyar kir ku Kurê Derwîş Ethem qetil kirin û bi wesayîtek giridan û dinava bajar de gerandin û wiha got “Tiştê ez zanim di roja despêkê de 17 ciwanê me li wir hat qetilkirin. 50 birîndar hebûn, pêzişkek wan derman dikir, ser cihê wan girtin û 3 ji wan li gel xwe birin û êdin hemû kuştin. Lê ez nizanim ka cenazê wan çewa kirin. Pêzîşk û jina wî bi xwe re birin. Kurê Derwîş Ethem bi wesayîtê girêdan û wî li nava bajarok bi erdê kaş kirin û gerandin.