Ger kurd bî hebûna te sûce!
Ger kurd bî hebûna te sûce!
Ger kurd bî hebûna te sûce!
Li trafîka taxa Meşrutiyet ya kolana İstiklalê polîsan ciwanên ku kêr derxistibûn û gef li ciwanên kurd dixwarin nekirin hedef, lê ciwanên kurd yê rastî êrişê hatîn kirin ji xwe re kirin hedef.
Polîsên ku kontrola nasnameya ciwanan kirin, ciwan derbkirin û gef li wan xwarin. Ji wan ciwana yek yê bi navê Fatih Karaca ji ANF’ê re axivî got ku: “ Me ji polîsan alîkarî xwest lê ew hatin nêzîkatiyên ku em tewanbarîn li me kirin. Ji xwe li gorî polîsan ger tu kurd bî hebûna te sûce.”
Li navenda kolana İstiklalê dîsa di hedefa polîsan de ne sûcdar, mexdûr hene. Dema ez li nêzî kolana Meşruyet rûniştîbûm dengê pevçûnê hate min, ez jî dema berbi wir diçûm, du ciwanên ku derdora wan ji aliyê polîsên sivîl ve hatibû girtin, hewildidan xwe bi parêzin. Ji ciwanekî ku nasnameya xwe dirêjî polîsan kir, “ ya hun çima me kontrol dikin?” pirsî û got;Li pêş çavên we bi kêrê êrişî me kirin. Herin wan kontrol bikin.” Polîsan jî li ciwan gefên weke “ bêdeng be zêde neaxiv. Nexwe ez dê te bigirim.”
ÊRÎŞKAR BERDA, YÊ MEXDUR DA SEKINANDIN
Mirovên ku di taxê re derbas dibûn li ser mereqa ka çi çêbûye dema li cihê buyerê di civiyan, polîsên sivîl yên ku nasnamên wan dan û çûn şûnde, herdû ciwanên ku rastî bê edaletî û cudahiyê hatîn hêj jî sersûrmayî ne. Ji her du ciwanan Fatih Karaca ku nerazîbûna xwe nîşan da, tiştên bi serê wî de hatîn wiha anîn ziman: “ Dema ez û hevalê xwe bi matorê diçûn taxê, kêm mabû maşînekî rengê gewir bide ser me. Dema ku min ji kesên di hindirê maşînê de got hêdî herin, ji min re dijûnên giran gotin. Li ser vê yekê nîqaşê destpê kir. Yê ku ligel ajoker rûniştî kêr dirêjî me kir û gef li me xwarin. Dema ku me alîkarî ji polîsên sivîl yên li wir xwest, polîsan destur da ku ew biçin û bi nêzikatiyên gunehbaran nêzî me bûn.
KURDBÛNA ME LI XWEŞA WAN NEÇÛ
Ji xwe min fêm nekir û li dijî vê yekê derketim. Vê carê ji polîsên ku nasnama min xwestin yekî mista xwe rakir û gefên derb kirinê li min kirin. Piştî ku nasnameyên me dîtin dengê xwe hîn bilintir kirin. Bi qasî tê fêmkirin Sêwrega Rihayê zêde ne çû xweşa wan. Dema ku em di GBT’ê re derbas dibûn her gotina min dikir gefên weke ‘bêdeng be ne axive, min aciz ne ke, nexwe ez dê te bigirim’ dihatin kirin. Yên kêr dirêjî wan hatiye kirin û xeber ji wan re hatine gotin emîn, gef lê tên kirin emîn. Ji xwe li gorî polîsan tu kurd bî heyîna te sûce.”