Gennevilliers Kışanak kir şaredara hevdost
Şaredariya Gennevilliers a li herêma Parisê ya Fransayê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya girtî Gültan Kışanak weke şaredara hevdost ragihand.
Şaredariya Gennevilliers a li herêma Parisê ya Fransayê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya girtî Gültan Kışanak weke şaredara hevdost ragihand.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gültan Kışanak ji 30'ê Cotmeha 2016'an ve girtî ye.
Roja 13'ê Adarê li salona Meclîsa Şaredariya Gennevilliersê merasîmek hate organîzekirin. Di merasîmê de Kışanak weke şaredara hevdost hate ragihandin. Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyyüp Doru û Hevserokên Komeleya Dostaniyê ya Fransa-Kurdistan Sylvie Jan û Pascal Torre tevlî merasîmê bûn. Doru û Hevserokên Komeleya Dostaniyê ya France-Kurdistanê li merasîmê axivîn û bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê.
Şaredarê Gennevilliersê Patrice Leclerc û beşdarên merasîmê name ji girtiyên siyasî re şandin.