Gendeliya Şaredariya Rihayê ya AKP'yî

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku di destê AKP'ê de ye, bi nelirêtî û derxistina ji kar a karkeran di rojevê de ye. Tê gotin, berpirsyarê 'Ûrfa Kart' Mesût Kayisi pereyî zêde ji xwe re biriye.

Şîrketa ragihandinê "Belsan Ûlaşim Anonîm" ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, ku çend roj berê bi derxistina ji kar a karkeran kete rojevê, niha jî bi gendeliyê di rojevê de ye. Tê îdîakirin, ku xebatkarê 6 salan Mesût Kayisi yê ji sîstema ragihandinê ya bi nave "Ûrfa Kart" berpirsyar, piştî ku Nûsret Ûrmak bû midûrê giştî, dest bi gendeliyê kiriye. Piştî ku bûyer eşkere bû, şîrketê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku peymana kar a Kayisi hatiye betalkirin û li Serdozgeriya Komarê gilî lê hatiye kirin. Şîrketê bi vî rengî berpirsyarî ji ser xwe avêt.

KARKERÊN LI ASTA JÊRÎN HATIN QEWIRANDIN

Şîrketa ku ketiye nava tirs û fikara gendeliyê, 9 karkerên bi navê Î.A., B.D., M.S., C.S., H.B., M.B.A., Î.K, M.B., M.N. ên li asta jêrîn ji kar derxist. Midûrê Giştî yê Şîrketê Nûsret Ûrmak ku navê wî bi derxistina ji kar a karkeran tê bilêvkirin, daxuyanî da çapemeniyê û îdîa kir ku karker ne ji ber eşkerekirina mijara gendeliyê ye, lê ji ber performansa kar ji kar hatine dexistin.

KONTROL NÎNE

Erka kontrolkirina Kayisi ku gelek pere bi xwe re bir, tenê di destê Midûrê Giştî Nûsret Ûrmak, alîkarê midûrê giştî û midûrê hesabgiriyê de ye. Xebatkarên şîrketê gotin, Kayisi nayê kontrolkirin û tespît nekirine bê çiqas pere bi xwe re biriye.

DESTPÊKÊ PRÎM, PIŞTRE QEWIRANDIN

Yek ji karkerên ku Midûrê Giştî Nûsret Ûrmak îdîa kiribû ku ji ber "performansa kar" ji kar hatine derxistin, karkerê bi navê M.B. Ji M.B. re beriya mehekê ji ber performansa xurt a meha bihurî prîm jê re hatibû dayin.