Gelo wê Tornado yên Elman Rojava biparêzin?

Hate îdîakirin, Elmanya wê bi balafirên xwe yên Tornado yên li Urdunê piştgiriyê bide 'herêma bi ewle' ya ku DYE plan dike li Rojavayê Kurdistanê ava bike. Piştî vê îdîayê bala her kesî çû ser serdana Pompeo ya îro li Berlînê pêk bîne.

Malpera înternetê ya Der Spiegel Spiegel Online ku kovareke sereke ya nûçeyan a Elmanyayê ye, doh nivîsanibû ku Elmanya wê desteka leşkerî bide plana 'herêma ewle' ya ku DYE dixwaze li Rojavayê Kurdistanê ava bike. Der Spiegelê ragihand, plan ji bo parastina hêzên Kurd ji Tirkiyeyê û ji rejîma Şamê tê amadekirin. Kovarê îdîa kir, balafirên Tornado yên Elman ku ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê li Urdunê hatine bicihkirin, wê di nava plana DYE'yê de wezîfeyê bikin.

Her wiha tê ragihandin ku hewldanên rêveberiya Trump ên ji bo tevlîkirina Elmanyayê li plana 'herêma ewle' nû nîne, Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Patrick Shanahan meha Sibatê di dema Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de Elmanya jî di nav de bi rayedarên welatên rojavayî re li ser vê mijarê axiviye. Her wiha tê gotin, Wezîrê Karên Derve Heiko Maas û Wezîra Parastinê Ursula von der Leyen ên çend roj berê serdana Washingtonê kirin, li ser planê hatin agahdarkirin.

HIKUMETA MERKEL JI BO PLAN BÛ DU PARÇE

PPiştî ku hate îdîakirin wê Elmanya bi 280 leşker û 6 balafirên Tornado yên li Urdunê tevlî plana DYE ya li Rojavayê Kurdistanê bibe, bal çû ser hikumeta Merkel. Piştî ku DAÎŞ bi pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hate têkbirin, dihate payin ku dema mayina leşkerên Elman ên li Urdunê ku 31'ê Cotmehê bi dawî dibe, neyê dirêjkirin.

Plana ku li nava medya Elman hate weşandin, hikumeta federal kir du parçe. Berdevkê Têkiliyên Derve yê Koma Meclîsa Federal a hevparê hikumetê SPD'ê Rolf Mutzenich ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û got, "Mijareke welê nîne ku destûrnameya mayina leşkerên li Urdunê bê dirêjkirin an jî ji bo armanceke cuda bê bikaranîn."

Lê belê ji Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) ku partiya Serokwezîr Merkel e, daxuyaniyeke cuda hat. Berdevkê Karên Derve yê Koma CDU Jurgen Hardt got, "Daxwaza rêveberiya DYE'yê ya ji bo alîkariya ji herêma ewle ya li bakurê Sûriyeyê wê bi rengekî dostane bê nirxandin."

Di vê mijarê de bala mirovan çû ser hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo ku wê îro li Berlînê pêk bîne. Tê payin ku Pompeo hem bi Serokwezîr Angela Merkel, hem jî bi Wezîrê Karên Derve Heiko Maas û Wezîra Parastinê Ursula von der Leyen re hevdîtinê bike. Nayê zanîn ku Pompeo karibe li ser planê rêveberiya Berlînê qanih bike yan na. Di serdana Pompo ya Ewropayê de wê Îran jî yek ji rojevên wî be. Tê payin ku di mijara krîza bi Tehranê re wê daxwaza piştgiriyê ji Elmanyayê bike.

ELMANYA WÊ ROJAVA YA KU NAS NAKE ÇAWA BIPARÊZE?

Elmanya 7 sal in bi rengekî yekser tevlî şerê li Sûriyeyê nebûye. Ji bo koalîsyona navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê 6 balafirên xwe yên keşfê yên Tornado wezîfedar kiribû. Sala 2017'an piştî krîza bi rejîma Erdogan re balafirên xwe ji Încîrlîkê bir baregeheke hewayî ya li Urdunê.

Balafirên radarê yên artêşa Elman AWACS ku bi ala NATO'yê digerin, 24 saetan bê navber wêneyan ji Sûriyeyê dikişînin û agahiyan kom dikin. Ji ber ku Tirkiye jî endamekî koalîsyonê ye, mafê xwe hebû ku van agahiyan werbigire. Lewma gelek caran hate îdîakirin, rejîma Erdogan di operasyonên QSD'ê yên dijî DAÎŞ'ê de ev agahî daye DAÎŞ'ê.

Tê meraqkirin ku hikumeta Merkel bi çi rengî cihê xwe di nava plana 'herêma ewle' ya rêveberiya Trump de werbigire. Ji ber ku helwesta hikumeta Merkel a li dijî rêveberiya Rojava û hêzên demokratîk ên li wê derê balê dikişîne. Rêveberiya Berlînê guhê xwe li bangên rêveberiya Rojava yên li ser DAÎŞ'iyên Elman ên bi saxî hatine zevtkirin digire. Wezareta Karên Hundir a Elman jî 2'ê Adara 2017'an alên YPG û PYD'ê qedexe kiribû.

Musteşara Wezîrê Karên Derve Michelle Muntefering di kombûnekê de bi navê hikumeta Merkel axivî û got, "Em sîstema ku li herêma Kurdan a li bakurê Sûriyeyê ava bûye û jê re 'Xwerêveberiya Rojava' tê gotin, nas nakin."