Gelo wê Elmanya lîderê El Qaîdeyê ji YPG'ê bixwaze?

Welatiyê Elman Mûhammed Zammar ku yek ji organîzatorên êrîşên terorê yên 11'ê Îlona 2001'ê ye û ev demeke di destê YPG'ê de girtî ye, dixwaze vegere Elmanyayê.

Welatiyê Elman Mûhammed Zammar ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye, heman piştî êrîşên terorê yên 11'ê Îlona 2001'ê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), demeke dirêj di rojeva çapemenî û raya giştî ya Elman de mabû. Zammar ku ji koma amadekar a êrîşên 11'ê Îlonê bû, di heman demê de hevalê herî nêz ê Mûhammed Ata bû ku vî kesî êrîş plan kir.

Zammar li Bakurê Sûriyeyê di pêngaveke YPG'ê ya dijî DAÎŞ'ê de bi saxî hate girtin. Zammar got ku ew dixwaze vegere Elmanyayê.

Zammar yek ji 35 welatiyên Elman ên endamê DAÎŞ'ê ne ku di destê YPG'ê de  ne. Zammar li girtîgeha ku lê ye, ji hejmara nû ya kovara nûçeyan a Elmanyayê ji Der Spîegelê re axivî.

Zammar îdîa kir ku ew ne mirovekî nebaş e û ji meqamên Elman xwest ku bi rewşa wî re eleqedar bin. Li gorî lêkolîna Spîegelê, Serdozgeriya Federal di lêpirsîna der barê çeteyên DAÎŞ'ê de biryara girtina Zammar jî daye. Tê meraqkirin bê rêveberiya Berlînê ji bo Zammar bîne Elmanyayê û darizîne wê bikeve nava tevgerê yan na.

MÛHAMMED ZAMMAR KÎ YE?

Mûhammed Zammar weke Mûhammaed Ata di hucreya Hambûrgê ya El Qaîdeyê de cih girt. Di nava salên 1990'î de tevlî El Qaîdeyê bû. Gelek caran çû kampên perwerdeyê yên El Qaîdeyê yên li Afganîstanê. Li wir perwerde dît û weke 'mucahîd'ekî sala 1995'an tevlî şerê navxweyî yê li Bosnayê bû.

Zammar beriya êrîşên 11'ê Îlona 2001'ê, bi nasnameya xwe ya endezyarê makînayê demekê li Urdun, Tirkiye û Sûriyeyê ma. Tê gotin, Zammar yek ji hevalên gelekî nêz ê Ûsame Bîn Laden e.

Zammar ku yek ji navê herî girîng ê El Qaîdeyê yê li Elmanyayê ye, heman piştî êrîşên 11'ê Îlonê Elmanya terikand. Îstîxbarata Elman şopa wî li Fasê dît û bi alîkariya îstîxbarata DYA'yê CIA, ew girt.

Lê belê ji ber ku tevî Elmanyayê di heman demê de welatiyê Sûriyeyê ye, sala 2002'an radestî rejîma Şamê hate kirin. Heta sala 2013'an li girtîgehê ma. Endamê berê yê El Qaîdeyê û endamê nû yê DAÎŞ'ê Zammar piştî ku hate berdan yekser tevlî çeteyên DAAÎŞ'ê bû û dîmenên wî yên bi alên DAÎŞ'ê li malperên înternetê yên DAÎŞ'ê hatin weşandin. Çeteyên DAÎŞ'ê ji bo Zammar digot, 'çavkaniya me ya rûmetê ye'.