Gelo Nêçîrvan Barzanî xwe ji şerê li dijî PKK'ê amade dike?

Xidir Alî Şengalî ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsand. Şengalî gotinên Nêçîrvan Barzanî nirxand yên ku Nêçîrvan ji PKK’ê re gotibû ‘dagirker’ û ji hêzên dagirker ên Tirk re jî gotibû ‘dost’.

"Desthilatdariya Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî yên ku parçeyê herî mezin ê Kurdistanê dagir dikin û dijminê hemû Kurdên li hemû parçeyan in, Nêçîrvan Barzanî ji wan re dibêje dost. Di heman demê de Nêçîrvan Barzanî ji PKK’ê re û gerîlayên ku li dijî dagirkeriyê têkoşîna azadiyê didin jî dibêje dagirker. Ev hiş, ji Kurdbûnê derketiye. Ev hiş nikare wekî Kurdan li meseleyê binihêre. Heke bêyî ku em nav bidin, me bigota kê ev daxuyanî daye, wê her kesî bigota ku yan Erdogan û yan jî rayedarekî dewleta Tirk ev tişt gotiye. Nêçîrvan Barzanî gotinên Erdogan dubare kiriye û êrîşên mêtinger ên dewleta Tirk meşrû kiriye û erê kiriye. Bi vî awayî jî li xwe mikur hatiye ku ew şirîkê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk e.

Nêçîrvan Barzanî gelo ji tatbîkata artêşa Tirk a li ser sînor a piştî referandûm û dagirkeriya Kerkûkê re dibêje, Kurdên li Başûr Tirkiyeyê tahrîk dikin? Ji ber ku hişekî ku ji dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Başûr dibêje erê, ew ê ji tatbîkata dewleta Tirk a li Başûr jî wisa rave bike. Li gorî vî hişî di dagirkeriya Efrînê de jî dewleta Tirk hatiye tahrîkkirin. Kurdên Efrînê bi avakirina jiyaneke azad û demokratîk Tirkiye tahrîk kiriye. PKK û gerîlayan bi parastina jiyana azad û demokratîk a Kurdên li her çar parçeyan Tirkiye tahrîk kirine. Li gorî Nêçîrvan Barzanî divê Kurd, PKK û gerîla dev ji jiyana azad û demokratîk berdin.

Bila li Başûrê Kurdistanê li du sê bajaran hinek kes bibin desthilatdar û ev kes ji dewleta Tirk re sîxuriyê bikin, bes e! Hişê Nêçîrvan Barzanî ev e. Jixwe dewleta Tirk jî Kurdên sîxur qebûl neke. Heke îro qebûl dike, sedema vî tiştî jî ev e ku têkoşîna PKK’ê dewleta Tirk ditengijîne. Roja ku PKK qedandin ew ê dor were ser wan sîxuran. Kurdên ku bi vî tiştî nizanin yan dewleta Tirk nas nakin yan jî xwe li ehmeqiyê datînin. Heke îxanet were kirin tu gotin ji wê re tune, ji ber ku ew li ba aliyê dijber e.

Em ji Nêçîrvan Barzanî re bipirsin, dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, heke 12 gerîla nebûna ew ê PDK têketa çi rewşê? Ew ê nebûya partiyeke wisa ku rê li ber komkujiya Êzidiyan vekiriye? 12 gerîlayan şeref û namûsa PDK’ê rizgar kiriye. Yan na ew ê di bin tometa giran a komkujiya Êzidiyan bimaya. Gelo apê Nêçîrvan Barzanî û berpirsê yekemîn ê PDK’ê Mesût Barzanî çima çû Mexmûrê û spasiya gerîlayan kir? Heke li ser Başûr û Hewlêrê xetereyeke mezin tunebûya, ewê Mesût Barzanî biçûya Mexmûrê û ev helwes nîşan bida? Her kes dizane ku heke berxwedana gerîlayan a li Mexmûrê nebûya ew ê deriyê Hewlêrê bihata vekirin û ew ê DAÎŞ’ê berê xwe bida Hewlêrê. Jixwe dema ku gotin DAÎŞ tê, nîvê Hewlêrê hatibû valakirin. Gerîla yên ku rûmeta PDK’ê rizgar kirin, Hewlêr û Kerkûk parastin bûne dagirker û 20 baregehên leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê jî dibin dost! Ev kes nabin dagirker lê gerîlayên Kurd ên li ser axa xwe, dibin dagirker. Şirîkatiya aboriyê ya Nêçîrvan Barzanî ya bi Tirkiyeyê re rê li ber vî tiştî vedike ku, nizane çi dibêje. Ne wekî Kurdan lê wekî patronê aboriyê diaxive.

Gerîla ne tenê Hewlêr, her wiha Kerkûk jî parast. Parastina Kerkûkê parastina Silêmaniyeyê ye. Eger gerîla neketibûna nava Kerkûkê wê gel Kerkûk vala bikira. Wê DAÎŞ biketa nava Kerkûkê. Lewma pêşmergeyên YNK'ê û gerîla bi salan li kêleka hev li Kerkûkê li dijî DAÎŞ'ê sekinînin. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Kerkûkê kir, Walîtiya Kerkûkê ji aliyê hêzên gerîla ve hate parastin.

Bila Nêçîrvan Barzanî zanibe; çawa ku Tirkiyeyê DAÎŞ û El Nûsra li ser sînorê Sûriyeyê bi cih kir, eger ne ji gerîla bûya wê niha ji Sûriyeyê heta Îranê li seranserê sînor ew bi cih bikira. Hêzên gerîla bi vî rengî Başûrê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn parastine.

Nêçîrvan Barzanî bi van daxuyaniyên xwe ne tenê êrîşên Tirkiyeyê rewa dike, her wiha hewl dide meşrûiyetê ji xwe re çêbike ku tevî leşkerên Tirk êrîşî gerîla bike. Yanî amadekariyê dike ku xwe mafdar nîşan bide. Nêçîrvan ji ber vê yekê daxuyaniyeke wiha daye. Bi rengekî neyekser şer li dijî gerîla îlan kiriye. Şerê navbera dewleta Tirk û gerîla her ku li Başûr belav bû, wê pêşmergeyên PDK'ê jî bikevin dewrê. Ji ber vê yekê, divê Kurd hemû gotinên Nêçirvan Barzanî cidî bigirin. Gelê Başûrê Kurdistanê bi vê hesiyaye û li her derê dest bi çalakiyên protestoyî kiriye. Divê ev çalakiyên protestoyî ne tenê li Başûr bin, her wiha li Bakur, Rojava, Rojhilat, Ewropa û tevahiya cîhanê ji aliyê Kurdan ve bên kirin.

Helwesta dewleta Tirk a di dema referandûma Başûr û krîza Kerkûkê li pêş çavan e. Lewma daxuyaniyeke bi vî rengî ya siyasetmedarekî Başûrî ne bi dilê ti Kurdî ye. Divê Nêçîrvan Barzanî vê rastiyê bibîne û fêhm bike bê xizmetê ji çi re dike. Nêçîrvan Barzanî û PDK bi vê helwestê xwe dixin nava metirsiyê."