Gelo DYE xwe ji bo destwerdana Sûriyê amade dike?

Gelo DYE xwe ji bo destwerdana Sûriyê amade dike?

DYE ji ber pevçûnên li Sûriyê, keştiyeke din a şer şand Derya Spî. Bi vî rengî hejmara keştiyên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yên li herêmê, derket çaran.

Wezîrê Parastinê yê DYE Chuck Hagel der barê mijarê de diyar kir ku Serokê DYE Barack Obama ji Pentagonê xwestiye der barê Sûriyê de alternatîfan diyar bike û got, "Wezareta Parastinê xwedî wê berpirsyariyê ye ku li hemberî rîskên gengaz, alternatîfan pêşkêşî serok bike." Hagel diyar kir ku di vê çarçoveyê de divê hêz di ber çavan re werin derbaskirin û ji nû ve bên bicihkirin.

Çapemeniya navneteweyî jî şandina keştiyeke nû ya şer a DYE weke xurtkirina hebûna Hêzên Deryayî yên DYE li Derya Spî, nirxandin. 

Serokê DYE Barack Obama roja Înê, ji bo îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ya rejîma Sûriyê gotibû, "Bûyereke mezin e ku rê li ber gumanên cidî vedike."

Rûsyayê jî der barê êrîşê de îdîa kiribû ku, li gorî delîlên heyî, êrîş ji aliyê mûxalîfan ve hatiye kirin.

Rejîma Sûriyê îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî red dike. Rejîmê heta niha bersiv nedaye bangawaziya ji bo lêkolînkirina bûyerê, heyetek Neteweyên Yekbûyî biçe cihê êrîş lê hatiye kirin.

Mûxalîf îdîa dikin ku di êrîşa roja Çarşemê ya li nêzî Şamê de hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane.