'Gelo AKP bi çêkirina qerekolan dest bi pêngava duyemîn dike?'
'Gelo AKP bi çêkirina qerekolan dest bi pêngava duyemîn dike?'
'Gelo AKP bi çêkirina qerekolan dest bi pêngava duyemîn dike?'
Bi hezaran kesên ku bi boneya avakirina qereqol, bendav û nokteyên kontrolê yên leşkerî û polîsan şermezar bikin meşek girseyî pêk anîn. Endamê Meclisa BDP'ê M. Siddik Akiş, xwest Serokwezîr Erdogan li gotinên xwe baldar be. Hevserokê BDP'ê yê Colemergê Rahmî Kurt jî hikûmeta AKP'ê di pêngava duyemîn de bi avakirina qereqolan dest pê dike.
Bi hezaran welatiyên Geverê, ji bo avakirina qereqolên leşkerî, bendavên li herêmê, nokteyên kontrolê û operasyonên li herême şermezar bike, li ber avahiya BDP'ê kom bûn û çalakiya meşê pêk anîn. Girseya ku bi boneya nokteya lêgerînê ya polîsan ku 5 kîlometre li dervê navçeya Geverê hatiye avakirin şermezar bikin, çalakî pêk anîn. Girseya ku di navde rêveberên BDP'ê, endamên meclisa Bajar û Şaredariyê yên BDP'î, Aktîvîstên Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde bi hezaran kes amadeb bûn. Bi hezaran welatiyên li ber avahiya BDP'ê kom bûn, bi posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK û Konfederalizma Demokratîk û gelek pankartan heta nokteya kontrolê ya dervê navçeyê meşiyan. Girsê di meşê de alên rengîn ên mezin ên kesk, sor û zer vekirin. Li ber înşaeta qereqolê gelek maşîneyên zirxî kom bûn û bend li pêş qereqolê ava kirin. Girseya ku ji du milan de hatin li ber nokteya kontrolê çalakiyarûniştinê pêk anîn. Girsê li ser rêya Şemzînan û Geverê çalakiya rûniştinê pêk anîn û rê li trafîkê girtin. Piştî hevdîtina di navbera rêveberên BDP'ê û polîsan de girse hat ber qereqolê û siloganên "Bijî serok Apo", "Em dê qereqolan bi ser we de hilweşînin" berz kirin. Komek ciwanên ser rûpoş derketin cihê bilind û alên PKK'ê daliqandin û govend gerandin.
'ARMANCA ME NE ŞER ÇARESERÎ YE'
Li vir endamê Meclisa BDP'ê M. Siddik Akiş, axivî û diyar kir ku AKP û devlet êdî divê gavên demorasî û çareseriyê bavêje. Divê êdî Serokwezîr zimanê xwe nerm bike. Divê gotinên xwe yên li hemberî gelê me û Serokên me rast bike û baldar be. Hevserokê BDP'a Colemêrgê Rahmi Kurt jî bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û wiha got: "Ger ku Serokwezîr Erdogan çêrina qereqolan wekî gavên demokratîk davêje wê demê qereqolên ku ava dike bila bi serê wî de hilweşin. Ger ku di pêngava duyemîn de AKP qereqolan çêke, wêdemê dê bertekên me yên li hemberî vê yekê jî qurt bin. Me heta niha bedel dan û em dê ji niha û şûnde jî bedelan bidin. Ji bo têkoşîna gel a mafdar em amadene ku bedelan bidin. Piştî daxuyainyê girsê dawî li çalakiyê anî û belav bûn.