Gelên Cordillerayê daxwaza azadiya Ocalan kirin

Gelên Cordillerayê daxwaza azadiya Ocalan kirin

Kampanyaya îmzeyan ya ku li qada navnetewî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Li Filipînê 220 rêxistinan piştgirîdan kampanyaya îmzeyan ya ‘ Ji Ocalan re Azadî’

Filipîniyan li herêma Cordillerê 220 rêxistinan ji bo mafê gelan têdikoşin yanî Yekitiya Mafan- CPA piştgirî dan Kampanyaya îmzeyan ya ji aliyê gelê Kurd ve li Ewropayê bi navê‘ Ji Ocalan re Azadî’ hatiye destpêkirin.

Filipîniyan li bajarê Baguio ya Cordillerê Çalakiya Perwerdehiya Jinan û Navenda Lêkolînê bi semînera binavê ‘ Têkoşîna azadiya jinên Kurd û mafê Kurdistanê’ pêk anîn. Yekitiya Gelan ya Cordîllera (CPA), Tevgera jinê ya girêdayî Gabrîela’yê ku ji jinên xwe cihî temsîl dike û gelek jinên ku beşdarî forumê bûn piştgirîdan kampanmaya îmzeyan ya ‘Ji Ocalan re Azadî.’ Jinên filipînê ku îmze avêtin bang li raga giştî kirin ku daxwazên gelê Kurd yên demokratîk û mafê wê yên xwezayî nas bike. Her wiha jinan diyar kirin ku, ew dê ji bo kampanyayê bi awayekî aktîf bi xebitin.

Foruma ku di pêşengiya nûnerên Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Ceniyê ve hatibû li darxistin 220 rêxistinen CPA pêk tê beşdarî forumê bûn û diyar kirin ku, ew dê piştgirî bidin kampanyaya îmzeyan ya ku li qada navneteweyî ya ji bo ‘Azadiya Ocalan’ hatiye destpêkirin.

Seroka CPA’yê Wîndel Bolînget destnîşan kir ku, ew di heman demê de yek ji endamên damezirîner ya Yekitiya Neteweyî ya gelên nişte cih ya Filipînê ye. Bolînget da zanîn ku, kampanyaya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan yek ji nîşaneyên têkoşîna gelê Kurdistanê û yekitiya wê ye û wiha got: “Îmzeya me di heman demê de nîşaneya serbest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya me nîşan dide. Divê ku demildest Ocalan bê azadkirin. Azadiya Ocalan ji bo ku şerê di navbera kurd û tirkan de pir girînge û ev jî wê bê wateya ku daxwazên gelê Kurdistanê bên pêşwazî kirin.”

Bolînget aşkera kir ku, êrîşa li hemberî Ocalan ne tenê li hemberî gelê Kurdistanê ye di heman demê de êrîşa li hemberî hemû mirovahiyê û gelê cîhanê hatê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Kurdistanê dema êrîşek li hemberî yek kesî çêdibe em wê êrîşê wekî ku li hemberî gelê Cordîllerê hatiye kirin dibînin. Em bi gelê Kurd û têkoşîna wan re dimnava yekitî û têkoşînê de ne. Em hêvî dikin ku, em dê di pêşerojê de cîhanekî bê zilm û bi edalet ava bikin. Em cîhaneke ku gelên têde ku bikaribin çarenûsa xwe diyar bikin û ji azadî û edaletê ji wekheviyê sûdê bigirin bixwazin.”

PIŞTGIRIYA KAMPANYAYÊ

Jinên ku girêdayê Tevgera Jinan a Filîpînê ne û ‘Gabrîela Innabuyog’ ku jinên niştecîh temsîl dike piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Ocalan Re Azadî’. Sekretera giştî ya Gabrîela Innabuyog Mîla Sîngson diyar kir ku, em wekî jin em dê piştgiriyê bidin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna gelê Kurd. Nûnera Rêxistina Pro Gay Clayd jî da zanîn ku, ew ji bo mafên hevezayend, hemû gelên ku tên dagirkirin û ji bo mafên jinan têkoşîna xwe didin û wiha got: “ Clayd diyar kir ku ew sekretera gişti ya Rêxistina Gay a herêma Filîpînê ye. Rêxistina Pro Gay ji gelên niştecih û xîzan pêk tê.” Clayd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Em piştgirî didin kampanyaya ‘ Ji Ocalan Re Azadî’ û têkoşîna azadiya gelê Kurd. Ji ber ku îro em jî di bin dagirkeriya hêzên leşkerî de dijîn.”