Gelê Wanê li ser erdhejê nerazîbûn nîşanî Erdogan dan

Serokkomarê Tirk Erdogan piştî erdheja Xarpêtê gotibû “Me Wan û Erdîş ji nû ve ava kir.” Gelê Wanê nerazîbûn nîşanî gotina Erdogan dan û diyar kirin ku Erdogan tiştek nekiriye.

Li navenda Wanê û Erdîşê di sala 2011’an de erdhejên bi pîleya 7,2 û 6,5 çêbûbû. Di vê erdhejê de li gorî daneyên fermî 644 kes miribûn, herî kêm 4 hezar kes jî birîndar bûbûn. Dewleta Tirk bîlançoya rastîn heta îro jî eşkere nekir. Li gorî daneyên ne fermî li Wan û Erdîşê 3 hezar kes mirine.

Di erdheja Wan û Erdîşê de ji 30 hezarî avahî hilweşîyan, bi deh hezaran avahî jî xisarên mezin li wan çêbû. Alîkariyên ku hatin şandin li gel nehate belavkirin. Ev alîkarî kete destê walî, kaymakam, rêxistinên AKP’ê yên li navçe û bajaran û alîkarî li alîgirên AKP’ê hate belavkirin. Gelek alîkariyên di depoyan de hate firotin.

LI WANÊ DEWLET TUNEBÛ

Di 23’ê Cotmeha 2011’an de li Erdîşê bi pîleya 7,2 erdhej çêbûbû, di 9’ê Mijdara 2011’an de jî bi pîleya 6,5 li Wanê erdhej çêbûbû. Piştî ku 3 roj ji ser erdheja 23’ê Cotmehê derbas bû, komên alîkariyê yên dewletê hatin. Gel 3 rojan bi derfetên xwe kesên di bin kavil û xirbeyan de derxistin. Dewlet piştî 3 rojan hate Wanê lê şaredariyên HDP’ê yên wekî Amed, Êlih û Sêrtê di nava 3 saetan de xwe gihandin Erdîşê û tevlî xebatên rizgarkirinê bûn.

Bi alîkariya gelê Kurd û gelên cîhanê li Erdîş, Edremît, Kalecîk, Kevenlî, Bostanîçî û Toprakkaleyê ji 15 hezarî zêdetir avahî hatin lêkirin. Ev avahî bi alîkariyan hatin lêkirin, dewletê tu mesref nekir lê dewletê ev avahî bi 80 hezaran bi darê zorê firotin erdhejzedeyan.

Erdhejzedeyên li avahîyên TOKÎ’yê ji ber ku deynê xwe nedan, dewletê dest danî ser xaniyan. Bi hezaran erdhejzedeyan ji ber ku nekarîn deynê xwe bidin heciz hate ser mal û milkên wan. Ev avahiyên ku bi 80 hezarî hatin firotin ji ber deynan bû 200 hezar lîra.

‘ERDOGAN EM XISTE BIN DEYNAN’

Serokkomarê Tirk Erdogan piştî erdheja Xarpêtê gotibû “Me Wan û Erdîş ji nû ve ava kir.” Gelê Wanê nerazîbûn nîşanî gotina Erdogan dan û diyar kirin ku Erdogan tiştek nekiriye. Gel got ku “Erdogan tiştek nekir, bi tenê em xist bin deynan. Ev avahiyên ku ji bo erdhejzedeyan hate lêkirin, qiruşek jî ji bêrîka dewletê derneket. Ev bi alîkariya gel hate lêkirin. Gelek alîkarî ji Wan û Erdîşê re hate şandin, lê AKP’ê ev alîkarî xiste depoyan û li erdhejzedeyan nehate belavkirin.

Piştî erdhejê bi 3 rojan komên rizgarkirin û tendirustiyê hatin. Di wê demê de partiya me û şaredariyên me alîkarî dan me. Dewlet ji qestî dereng hat û bi sedan kes di bin kavilan de mirin. Birîndarên ku ji nav kavilan hatin derxistin jî, ji ber mudaxeleya dereng ew jî mirin.  Erdogan tu alîkarî neda me. Me mirî û birîndarên xwe derxist. Erdogan bi tenê em xist bin deynan. Îro li Wanê bi deh hezaran kes ketine bin deynan.”