Gelê Wanê bersiva pêwîst da Erdogan!

Serokatiya AKP’ê ya bajarê Wanê û hemû saziyên kamûyê ji bo beşdarbûna gel ya li mîtînga AKP’ê ya Wanê bi rûhê seferberiyê kar kirin lê gelê Wanê beşdarî mîtînga Serokkomar Erdogan a Wanê nebû.

Beriya mîtînga Wanê ku wê Serokomarê Tirk Erdogan beşdar bibûya bi rojan xebat hate kirin û mîtîng îro dest pê kir. Ji Erzerom, Erzingan, Meletî û Xarpetê bi otubosan polîs û di heman demê de mirov kom kirin û  birin mîtîngê. Hemû rêyên bajar ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Li bejahiyê cenderme, li navenda bajêr polîsan ewlehiya taybet girtin û bi awayek din jiyan rawestiya li Wanê.

Li kolanên ku Erdogan tê re derbas bibe hemû alayên HDP’ê hatin rakirin. Ji bo wêneyê Selahattîn Demîrtaş li qada mîtîngê xuya neke polîsan bi taybet kar kirin û li cihên wêneyên Demîrtaş hebûn wesayîtên kar bicih krin.

Bi telefonê peyama beşdarbûna mîtîngê ji bo hemû gelê Wanê re hate şandin.

Lê tevî van hemû hewldanan Erdogan ya ku dixwest nedît. Tevî hemû rêbazên beşdarkirina mîtîngê tenê 5 hezar kes beşdar bûn. Di nav mîtîngên Erdogan de, yên li Wanê, mîtînga ku herî kêm kes tevlê bûbûn mîtînga îro b3u.

Ev rastî di heman demê de ji wêneyên ku di malpera fermî ya AKP’ê de hatî weşandin de jî xuya kir.