Gelê Roman: Ji bilî dengê 'NA' rêyeke din nîne
Gelê Roman destnîşan dike, ku ji bilî dayina dengê 'NA' rêyeke din nîne û bang li gelan kirin, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'NA' bidin.
Gelê Roman destnîşan dike, ku ji bilî dayina dengê 'NA' rêyeke din nîne û bang li gelan kirin, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'NA' bidin.
Li Edeneyê, em vê carê berê xwe didin taxa Şakîrpaşayê ku gelê Roman lê dijî. Gelê Roman li her qada jiyanê bindest e û tê talankirin. Di nava 15 salên desthilatdariya AKP'ê de jî çarenûsa gelê Roman neguherî; zext, zordarî, talan û bêkarî bû para wan. Roman dibêjin, ji bo pêşî li vê kedxwariyê bigirin, ew ê di referandûmê de dengê 'NA' bidin.
KANSÛ: DEWLETEKE BI VÎ RENGÎ, EDALETEKE BI VÎ RENGÎ NABE
Ahmet Kansû dibêje ew nexweş e, pêwîstiya wî bi alîkariyê heye, lê belê di desthilatdariya AKP'ê de ti destek jê re nehatiye dayîn. Apê Ahmet balê dikişîne ser wê yekê, ku dezavantajên Romanbûyînê herî zêde di dema AKP'ê de dîtiye. Kansû destnîşan dike, ku ew ê ji mayîndekirina vê zîhniyeta desthilatdariyê re nebêje erê.
Rabîa Akay dibêje, "Dewleteke bi vî rengî, edaleteke bi vî rengî nabe. Em birçî ne, bê kar in, bê sîgorta ne, ewlehiya me ya tenduristiyê nîne. Milet miriye, li malê xwarin nîne. Lenet li dewleta me bê." Akay dibêje, ji ber vê neheqiyê ew ê di referandûmê de teqez dengê 'NA' bide.
AKAY: JI BILÎ DENGÊ NA, RÊYEKE ME YA DIN NÎNE
Ayhan Akay radigihîne, ku ew bi masîgiriyê debara xwe dikin, tevî xwesûya xwe dijîn, lê derfet nîne ku xwesûya xwe ya nexweş tedawî bikin. Akay got, "Em heta êvarê masîgiriyê dikin. Carna nikarin qet tiştekî bifiroşin û destvala vedigerin malê. Bêguman em ê ji vê rewşê re bêjin 'NA'. Ji bilî vê yekê rêyeke din nîne."
Yİldiz Sagli jî anî ziman, ku di destpêkê de wan referandûm fêhm nekiribûn û piştî ku fêhm kir wê ji aliyê şexsekî ve bên birêvebirin, tercîha xwe ji bo dengê 'NA' kirine.
AKÇA: JI BILÎ KESÊN KU JI DESTHILATDARIYÊ DIXWIN, KES NABÊJE 'ERÊ
Medenî Akça nû ji girtîgehê derketiye. Akça dibêje, di dema AKP'ê de bêkar hatiye hiştin û ji ber ku ber bi sûc ve hatiye dehfdan hatiye girtin. Akça zarokê xwe yê li ser milê xwe nîşan dide û dibêje: "Ez nikarim zarokê xwe xwedî bikim, rewşa me zehmet e. Em çiqasî jî hewl bidin derdê xwe vebêjin jî, kes li me guhdarî nake. Me heta niha serî li gelek cihan dan, lê encam negirt. Weke welatiyekî ez dibêjim 'NA'. Sedemên vê yekê gelek in, kîjanê ji we re bêjim. Ka em li nava kolanan bigerin û bibînin bê kî ji rewşa xwe razî ye. Tenê yên dibêjin 'erê' ji rewşa xwe razî ne. Ew jî ji desthilatdariyê dixwin. Ji ber ku miqarne, rûn û şekir girtine, razî ne. Lê em ê bêjin 'NA'. Ji bilî vê ti bersiveke me ya din nîne."
ZAROKÊN ROMAN: JI BO SIBEROJA ME EM DIBÊJIN 'NA'
Piştî ku mezin axivîn, zarok dest bi axaftinê dikin. Zarokên ku ji bilî xizaniyê tiştekî din nedîtine, dixwazin ev rewş êdî biqede. Zarok dibêjin, "Li dijî desthilatdariya AKP'ê û ji bo siberojeke xweş a zarokan em dibêjin 'NA, NA, 'NA'."