Gelê Rojhilat di greva giştî de ye

Li Rojhilatê Kurdistanê bi boneya yekemîn salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' greva giştî dest pê kir.

Bi boneya salvegera berxwedana Jin, Jiyan, Azadî li Kurdistan û cîhanê çalakî tên lidarxistin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya bi banga PJAK û KJAR’ê dest pê kir. Derabe nehatin vekirin, gel neçû ser kar.

Hêzên rejîma Îranê ji bo biranîna li ser gora Emînî û grevê li hemû kolan û cadeyan hêzên xwe bi cih kirin. Bi taybetî jî hêzên rejîmê li hemû kolanên bajarê Seqizê yê girêdayî Eyaleta Kurdistanê ye û gora Emînî lê ye dorpêç kirin, rêyên diçin goristanê jî bi wesayîtên leşkerî hatin girtin. Hate diyarkirin ku her wiha rejîm ji bo ku kes neçe ser Goristana Ayçî boriyeke bendava Çiraxê ya di navbera bajar û goristanê de vekirî ye û çemê Seqiz rê girtiye.

Hate diyarkirin ku grev bi taybetî li bajarên Kurdistanê Seqiz, Sine, Dîwander, Merîwan, Bokan, Dehgolan, Bane, Kamyaran, Kirmanşah, Urmiye, Mahabad bi bandor e û derabe nehatine vekirin.

Partî û rêxistinên Kurdistanî ji bo bîranîna li Goristana Ayçî bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.