Gelê Rojava rêveberiya xwe ya xweser ava dike

Gelê Rojava rêveberiya xwe ya xweser ava dike

Li Rojavayê Kurdistanê ku, bi şoreşa 19'ê Tîrmehê de gel dest danî ser rêveberiyê, niha jî rêveberiya xweser a ji temsîlkariya hemû beşên civakê, ava dibe. Li gorî biryarê, wê di nava 3 mehan de rêveberiyeke nû û destûra bingehîn a demî bên avakirin. Di nava 6 mehan de jî wê hilbijartin werin kirin û Meclîsa Gelan a Rojavayê Kurdistanê bê damezrandin.

Li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya ku di 19'ê Tîrmeha par de bi destdanîna ser rêveberiyê ya gel re destpê kir, wê bi "rêveberiya xweser" a ji aliyê gel ve were diyarkirin, temam bibe.

Ji bo rêveberiya xweser a ji temsîlkarên hemû gelên li Rojavayê Kurdistanê dijîn, derdorên siyasî yên Kurd dest bi xebatên amadekariyê kirin. Biryara rêveberiya xweser, weke parçeyek ji pêvajoya şoreşê ya par destpêkiribû tê dîtin. Di heman demê de weke hewldanek ji bo pûçkirina êrîş û provokasyonên di demên dawî de zêde bûne jî, tê dîtin.

PÊŞNIYARA TEVLÊKIRINA HEMÛ GEL Û NÊRÎNÊN SIYASÎ

Bi vê armancê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li hemû nûnerên rêxistin û civaka Kurd pêşniyara avakirina rêveberiyeke demî kir. Li gorî agahiyên ANF'ê bi dest xist, ev pêşniyara TEV-DEM'ê hat pejirandin û xebatên amadekariyê destpê kirin.

DI NAVA 3 MEHAN DE WÊ RÊVEBERIYA DEMÎ BÊ AVAKIRIN

Ji bo ev rêveberî beşeke mezin a civakê vehewîne nava xwe, hevdîtinên bi partiyên siyasî, rêxistin, komên bawerî û nûnerên gel re destpê kirin. Eger ji van hevdîtinan encameke erênî derkeve, wê bi beşdariya hemû beşan Komîteyeke bê avakirin. Ev komîte jî wê di nava 3 mehan de rêveberiyeke demî ava bike.

KARÊ KONSEYA BILIND A KURD TEMAM DIBE

Ev rêveberiya demî, wê di heman demê de kar û wezîfeya Konseya Bilind a Kurd bicih bîne. Bi îlankirina rêveberiya demî re wê destûra bingehîn a demî ya Rojavayê Kurdistanê (Peymana Civakî) bê avakirin.

WÊ LI GELEMPERIYA WELÊT HILBIJARTIN WERIN KIRIN

Eger ev xebat di nava 3 mehan de temam bibe, wê pêvajoya hilbijartinê destpê bike. Di vê qonaxa amadekariyên hilbijartinê de wê Peymana Civakî pêşkêşî referandûmê bê kirin. Di encama hilbijartinên li gelemperiya welêt de, wê Meclîsa Gelan a Rojavayê Kurdistanê bi dengên gel were hilbijartin.

Çavkaniyên siyasî diyar dikin ku ev pêvajo dikare 3 mehan dewam bike.