Gelê Rojava cejnê pîroz nake

Gelê Rojava cejnê pîroz nake

Cejna Remezanê îsal li Rojavayê Kurdistanê nayê pîrozkirin. Komên çeteyan ku tê îdia kirin li ser navê îslamê tevdigerin di vê meha Remezanê de li hemberî Rojavayê Kurdistanê êrîşeke bi xwîn pêk anîn û dehan sivîl qetilkirin. Ligel vê YPG’ê di meha Remezanê de agirbesteke 3 rojan îlan kir.

Eniya El Nusra û Dewletî Îslam ya Iraq-Şamê ku girêdayê El Qaîdeyê de di 8’emîn roja Remezanê de di 16’ê  tîrmehê de li Serêkaniyê êrîş pêk anî. Komên ku bi piştgiriya serokwezîrê Tirk Erdogan ev êrîş pêk anîn di nava 48 saetan de ji aliyê YPG’ê ve hatin paqijkirin. Koman li pey xwe gelek pasaportên aydê welatên din û nasname hiştin.

200 SIVÎL HÊJ DI DESTÊ EL NUSRA DE NE

Hedefa din ya şîdetê dîsa taxên kurd yên Tîl Ebyad ya sînorê wê bi Tirkiyeyê re hebû bû. Di 20’ê Tebaxê de êrîşan dest pê kir û Mala Gel a kurdan ava kiribû û xanî bi bombeyan hatin îmhakirin. Eniya el Ekrad (Kurd)  emîrekî Dewletî Îslam ya Şam-Iraqê dîl girt. Komên çekdar jî bi sedan kurdên sivîl revandin û di bin îşkence û binpêkirinên derveyê mirovahiyê re derbas kirin.

Ev dîl hemû li hemberî berdana emîrê El Qaîdeyê hatin berdan. Lê komên çeteyan soza dan negirtin û beşeke ji rehînan berdan. 200 sivîl hêj dîl girtin û li nexweşxaneya taybet ya Rakka tên girtin.

PÊKANÎNÊN DIJ MIROVANE

Piştre pevçûnan bê navber berdewam kir û ev pevçûn balvê Girkê Legê, Kobanê, Efrîn, Tirbespî û Halepçê bû. Li vir li hemberî YPG’ê, polîs û gelê sivîl êrîşên mezin çêbûn. Di her carê de komên çeteyan wendahiyên mezin dan. Di nava van de gelek fermandarên El Qaîdeyê hebûn.

Komên wendahiyên mezin dan, dest bi pêkanînên hovane kirin.  Komên Girêdayê El Qaîdeyê û komên girêdayê OSO hetga niha gelek caran li beramberê fîdyeyê gelê sivîl revandin û dizî dikirin. Li ber kameran înfazên hovane dikirin.

KOMKUJÎ HAT KIRIN, YEK ŞERMEZARKIRINEK NÎNE

Di dawiya meha tîrmehê de çeteyên El Qaîdeyê û taburên OSO bi hev re êrîşên bajarokên Tîl Hasil û Til Aran kirin. Di encama vê de 70 kurd ku tê de zarok jî hebûn, hatin qetilkirin. Di 31’ê tîrmehê de 50 sivîl hatin qetilkirin û di yekê tebaxê de jî 20 jin û zarok di kampyonekê de bi çekên doçka hatin parçe kirin. Ev komkujî ji aliyê yek dewletek musliman û dewletên Yekitiya Ewropayê ve nehat şermezarkirin. Bi vî awayî bûn hevkarê vê komkujiya hovane.

TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE ÇETEYAN

Piştgiriya hikûmeta tirk ya ji bo komên çeteyan bi awayekî vekirî tê dazanîn. Li tirkiyeyê komên çeteyan civînan çêdikin û çek ji ser Tirkiyeyê bo wan tên şandin.  Her wiha birîndarên çeteyan jî bi ambulansên Tirkiyeyê dibin nexweşxaneyan. Yanî ev çete piştgiriya xwe ya lojîstik ji van welatan digirin.  Heta niha bi gelek belgeyan hatiye tespîtkirin.

AMBARGOYA HERÊMÎ Û NAVNETEWÎ

Tirkiye bi piştgiriyê tenê sînor namîne û hem li Rojavayê Kurdistanê û hem jî li qada herêmî û navnetweî ambargoyeke giran pêk tîne. Ji adara 2011’an heta niha Tirkiyeyê deriyên sînor li kurdan girtine. Çete jî bi awayekî pir rehet diçin û tên. Tirkiyeya ku ji pêkanîna sûcê mirovahiyê ya El Qaîdeyê nerehet nabe, dema mijar bibe kurd ambargoyê datîne.

Ji meha Gulanê de Herêma Federal a Kurdistanê Deriyê Sêmalkê girtiye. Ligel hemû bertekan nayê vekirin.

Ner wiha aliyê ambargoyê yê navnetewî heye. Bernameya Xurekê ya Cîhanê a NY’ê diyar kir ku di meha tîrmehê de alîkariya xurekê ya ku têrî 2,4 mîlyon kesî dike şandine. Hedef sê mîlyon kes bû. Lê di nava vê hedefê de kurd û nejî alîkarî hebûn.

DI CEJNÊ DE AGIRBEST

Ligel van êrîş û ambargoyan komên çeteyan li jî berxwedana gelê kurd pêşde neçûn û bi dehan wenda dan.  YPG’ê li gorî pêwistiya nirxa civakî Cejna Remezanê 3 rojan agirbest îlan kir. Lê komên oldar yên radîkal ne cejn û ne jî remezan li ber çavan girt.

Her wiha komên çeteyan di saet li dora 00.30’an de li hemberî Serêkaniyê dest bi êrîşan kir.