Gelê Edeneyê ‘Wijdan û Edalet’ qîr kirin

HDP’ê li Edeneyê ‘Mîtînga Wijdan, Edalet û Demokrasî’ li dar xist û gel berê xwe da mîtîngê.

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi dirûşmeya "Em ranewestin, bêjin raweste. Faşîzmê rawestînin" bi tevlêbûna deh hezaran mîtînga "Wîcdan Edalet û Demokrasiyê” pêk anî. Bi hezaran Edeneyî ji bo tev li mîtîngê bibin û daxwazên xwe yên edalet, demokrasî û azadiyê bînin ziman berê xwe didin qada mîtîngê.

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, li qada Ûgûr Mûmcû bi  şîara "Em ranewestin bêjin raweste. Faşîzmê rawestînin" bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay mîtînga "Wicdan Edalet û Demokrasiyê" pêk anî. Li qada mitîngê alayên HDP'ê û pankartên "Ji bo Demokrasî û Aştiyê em ranewestin. Faşîzmê rawestînin", "Hebûnên xwezayî û çandî nayên talankirin", "Ji bo têkoşîneke hevpar", "Mafên civakî yên kedkaran nayê xwarin" û "Ji mafê aştiya civakî paş ve gav nayê avêtin" vekirin. Bi hezaran kesên ji çar aliyên Edeneyê berê xwe dan qada mîtîngê di nokteyên cuda re 3 caran di lêgerînê re derbas bûn. Li nokteyên lêgerînê yên polîsan ava kiribûn welatî yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn.

Ji ber tevlêbûna zêde li nokteyên lêgerînê bi sedan kes ketin dorê û îzdîham pêk hat. Her çend polîsan qada îstasyonê girtin jî welatiyan bi tevlêbûnek zêde barîkatên polîsan rakirin û ketin qada mîtîngê. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran hatin qada mitîngê. Girseya ku li qadê kom bûn bê navber siloganên "Şehit namirin", "Bijî Serok Apo", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz dikin. Endam û rêveberên HDK, DBP, KESK, CHP, TMMOB, Odeya Tabîban a Edeneyê, Platforma Elewiyan a Edeneyê, Mala Gelan, EMEP, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî û gelek rêxistinên din tev li mîtîngê bûn. Mîtîngê bi rêzgirtinê û sirûda "Çerxa Şoreşe" dest pê kir.

Mîtînê bi stranên Koma Pel, bi stran û govendê berdewam dike.