Gelê Dêrsimê ew ê qeyûman bişîne
Li Dêrsimê nerazîbûna li hemberî qeyûman nasekine û gel li dora HDP’ê dibe xeleq.
Li Dêrsimê nerazîbûna li hemberî qeyûman nasekine û gel li dora HDP’ê dibe xeleq.
Yek ji cihê ku qeyûm li ser şaredariyan hatibû peywirdarkirin jî Dêrsim e. Gel xwe amade dike ku qeyûmê AKP’ê bişîne.
Garîp Dûrgûn (70) ê ji Dêrsimê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku kurê wî Volkan Dûrgûn ê gerîla di şer de şehîd ketiye û tekane daxwaza wî aştî ye.
Dûrgûn diyar kir ku bi peywirdarkirina qeyûm re polîtîkayên asîmîlasyonê û zextên psîkolojîk zêde bûye û got ku “Li Dêrsimê em qeyûman naxwazin. Em ê dengê xwe bidin HDP’ê. Heta ku emrê min têr bike jî ez ê dengê xwe bidim HDP’ê.
Şêniya bi navê Sakîne jî diyar dike piştî ku qeyûm hate peywirdarkirin tu kes naçe şaredariyê û got ku “Şaredarî bûye wekî qereqolê. Em ê çima biçin şaredariyê? Ji ber vê jî ez fatûreya xwe ya avê nadim. Di 31’ê Adarê de ez ê dengê xwe bidim Yekîtiya Hêza Şoreşger a ku HDP jî di nav de ye.”
Îslam Dûrgûn jî diyar kir ku li şaredariya Dêrsimê qeyûm îradeya gel îpotek kiriye û got ku “Ji ber vê jî hilbijartin ji bo qelskirina faşîzma AKP û MHP’ê girîng e. Bi peywirdarkirina qeyûm re Dêrsim bûye wekî girtîgeheke servekirî. Êdî dem hatiye ku ev faşîzm were qelskirin, ji ber vê jî divê em biçin ser sindoqan û xwedî li dahatûya xwe derkevin.”
Şêniyê bi navê Velî Yildiz jî diyar kir ku bi salan ew li Elmanyayê penaber bûye û piştre vegeriyaye Dêrsimê. Yildiz got ku “Heke gel şaredarek hilbijartibe, tenê gel dikare wan ji peywirê bigire. Desthilatdarî çi kesên ku ne nêzî wan bin, ji wan re dibêje ‘terorîst.’ Bajarê me, daristanên me û xwezaya me talankirin. Divê ev tişt êdî biguhere. Li Dêrsimê şaredarî bûne wekî qereqolan. Ji bo ku ev zilm bi dawî bibe û aştî û demokrasî were, ez ê biçim ser sindoqan.”