Gelê Çomanê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir

Gelê Çomanê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir

Li navçeya Çomanê di derbarê komploya navnetewî ya ku di sala 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, semînerek hate li dar xistin. Semîner ji aliyê tevgera hemwelatiya azad û yeksan ve hate bi rêxistin kirin. Semînar ji aliyê endamê rêveberiya meclîsa hemwelatiya azad û yeksan Serdar Star, Kerîm Çomanî û Zozik ve bi rêve çû. Her wiha bi amedebûna hejmareke mezin ji gelê Çomanê ve hate guhdar kirin.

Semîner bi deqeyeke rêz girtinê dest pêkir. Serdar Star di semînerê de hîn zêdetir bal kişand ser siyaset û dîroka komployê û bi çi awayî rêberê gelê Kurd radestî dewleta Tirk kirin. Her wiha siyaseta ku di 14 salên derbasbûyî de jî analîz kir û wiha axivî: “Pergala modernîteya kaptalîst wisa dizanî ku wê bi girtina rêberê gelê Kurd berxwedana gelê kurd û tevgera azadiyê ji holê rake, lê belê bi guhartina peradîgmaya ya ku ji aliyê rêberê gelê Kurd ve pêk hatiye ev siyaseta îmha û înkarê vala hatiye derxistin."

Serdar Star di derbarê gotina rêberê gelê Kurd a ku dibêje êdî komplo vala hate derxin jî wiha gotinên xwe domand; “Gelê Kurd û tevgera azadiyê karî ku hemû xebat û têkoşîna xwe li gorî paradîgmaya nû ya rêber Apo bi rêve bibe. Ji ber gelê Kurd û tevgera azadiyê di cihê ku dev ji têkoşînê berde, hîn zêdetir xwedî li rêberê xwe û ramanên wî derket û asta têkoşînê bilind kir." 

'SÎRWAN, PILING, SÎPAN Û VIYAN SEMBOLÊN ME NE'

Serdar Star her wiha di derbarê hemleya bi navê kes nikare roja me tarî bike de jî direjî da gotinê xwe û wiha axivî; “Dema ku rêber Apo dîl kete destê dewleta tirk serok wezîrê tirk yê wê demê Ecewîd di daxuyaniya xwe de got; ‘em nizanin ka çima Abdullah Ocalan radestî me kirine’ ji ber vê berxwedana gelê kurd ji sala 1999’an û heyanî roja îro jî ne tenê li bember dewleta tirk tê meşandin, têkoşîna ku bi rêve diçe li hember NATO û hemû pergala modernîteya kaptalîste. Ji ber vê ji pêvajoya komployê û heyanî niha jî bi sedan hevalên ku ji bo azadiya rêberê gelê kurd agir berdane bedenên xwe hene, her wiha li başûrê Kurdistanê de jî hevalên bi navê Ş. Sîrwan, Piling, Sîpan û Viyan jî sembolên berxwedaniya başûrê Kurdistanê ya li hember komploya navnetewî ne. Di pêvajoya dîl ketina rêberê me de duruşmeya ku hevalên ku agir berdana bedena xwe jî ev bû kes nikare roja me tarî bike bi giştî hejmara wan 65 heval bûn."

Di semînerê de her wiha Serdar Star bal kişand ser parêzmaya Ocalan a 5. ya ku di dema dawiyê de bi zaravaya soranî jî hatiya wergerandin û wiha di derbarê berxwedaniya rêberê gelê Kurd ya di zînada Îmraliyê de jî peyîvî: “Heya niha tu kes ji zîndana Îmaraliyê derneketiye, lê belê rêberê me bi hezaran rûpal parêzname nivîsandiye. Herwiha di hevdîtina dawî ya ku rêber Apo bi serokê KCD’ê Ehmed Turk re pêk aniye de jî hate gotin ku yê herî zêde bi me re axiviye û xwedî proje Rêber Apo bû û herwiha zîndîbûna xwe jî diparast. Rêber Apo di pêvajoya Îmraliyê de karî li hember pergala modernîteya kaptalîst modeleke nû biafirîne. Ji ber vê dema ku Rêberê me siyaseta roja îro ya herêm û cîhanê analîz dike dibêje ku siyaseta kêvroşk bireve tajî bi pey bikeve di bingeh de herdu jî dikevin xizmeta pergala heyî."

Serdar Star di dawiya gotinên xwe de jî wiha got; “Êdî rêber Apo ne tenê rêberê partiyekê yan jî perçeyeke Kurdistanê ye. Berovajî êdî ew bûye rêberekî hemû cîhanê ji ber ramanên rêber Apo ramanên di asteke herî jor dene. Lewma divê em hemû xwedî li rêberê xwe derkevin, ev jî erkekî wijdanî û mirovane ye. Xwedî li rêber Apo derketin, xwedî li îradeya xwe derketine, careke din em komploya navnetewî şermezar dikin.”