Gelê Çomanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Gelê Çomanê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Li navçeya Çomanê di derbarê komploya navnetewî ya ku di sala 1999’an de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye de semînerek bi rê ve çû. Her wiha parêznameya Rêberê gelê kurd ya 5’emîn jî yek ji mijarên semînerê bû.  Semîner ji aliyê tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve hate bi -rêxistinkirin. Semîner ji aliyê endamê rêveberiya meclîsa Hemwelatiya Azad û Yeksan Serdar Star, Kerîm Çomanî û Zozik ve bi rêve çû. Her wiha bi amedebûna hejmareke mezin ji gelê Çomanê ve hate guhdar kirin. Semîner bi qasî du seatan berdewam kir.  Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Serdar Star di semînerê de hîn zêdetir bal kişand ser siyaset û dîroka komployê û bi çi awayî Rêberê Gelê Kurd radestî dewleta tirk kirin. Her wiha siyaseta ku di 14 salên derbasbûyî de jî analîz kir û wiha axivî; “ pergala modernîteya kaptalîst wisa dizanî ku wê bi girtina Rêberê gelê kurd berxwedana gelê kurd û tevgera azadiyê ji holê rake, lê belê bi guhartina peradîgmaya ya ku ji aliyê rêberê gelê kurd ve pêk hatiye ev siyaseta îmha û înkarê vala hatiye derxistin.”

 Serdar Star di derbarê gotina Ocalan ya ku dibêje êdî komplo vala hatiye derxin jî wiha gotinên xwe domand; “Gelê kurd û tevgera azadiyê karî ku hemû xebat û têkoşîna xwe li gorî paradîgmaya nû ya rêber Apo bi rêve bibe. Ji ber gelê kurd û tevgera azadiyê di cihê ku dev ji têkoşînê berde, hîn zêdetir xwedî li rêberê xwe û ramanên wî derket û asta têkoşînê bilind kir. 

Serdar Star her wiha di derbarê hemleya bi navê kes nikare roja me tarî bike de jî direjî da gotinê xwe û wiha axivî; “ dema ku rêber Apo dîl kete destê dewleta tirk serokwezîrê tirk yê wê demê Ecewîd di daxuyaniya xwe de got; “Em nizanin ka çima Abdullah Ocalan radestî me kirine’ ji ber vê berxwedana gelê kurd ji sala 1999’an û heyanî roja îro jî ne tenê li bember dewleta tirk tê meşandin, têkoşîna ku bi rêve diçe li hember NATO û hemû pergala modernîteya kaptalîst e. Ji ber vê ji pêvajoya komployê û heyanî niha jî bi sedan hevalên ku ji bo azadiya rêberê gelê kurd agir berdane bedenên xwe hene, her wiha li başûrê Kurdistanê de jî hevalên bi navê Ş. Sîrwan, Piling, Sîpan û Viyan jî sembolên berxwedaniya başûrê Kurdistanê ya li hember komploya navnetewî ne. Di pêvajoya dîl ketina rêberê me de duruşmeya ku hevalên ku agir berdana bedena xwe jî ev bû kes nikare roja me tarî bike bi giştî hejmara wan 65 heval bûn.

Di semînerê de her wiha Serdar Star bal kişand ser parêzmaya rêberê gelê kurd ya 5. ya ku di dema dawiyê de bi zaravaya soranî jî hatiya wergerandin û wiha di derbarê berxwedaniya rêberê gelê kurd ya di zînada Îmraliyê de jî peyîvî; “ heyanî niha tu kes ji zîndana Îmaraliyê derneketiye, lê belê Rêberê me bi hezaran rûpal parêzname nivîsandiye. Her wiha di hevdîtina dawî ya ku rêber Apo bi Serokê KCD’ê Ehmed Turk re pêk aniye de jî hate gotin ku yê herî zêde bi me re axiviye û xwedî proje bû Rêber Apo bû û her wiha zîndîbûna xwe jî diparast. Rêber Apo di pêvajoya Îmraliyê de karî li hember pergala modernîteya kaptalîst modeleke nû biafirîne. Ji ber vê dema ku Rêberê me siyaseta roja îro ya herêm û cîhanê analîz dike dibêje ku siyaseta kêvroşk bireve tajî bi pey bikeve di bingeh de herdu jî dikevin xizmeta pergala heyî. Ji lewma rêber Apo karî bi paradîmeyeke nû modeleke nû derxîne holê ew jî konfedfedralîzma demokratîke. Rêber Apo karî bi vê paradîgma û bîrdoziyê xwe nasnameyeke nû ya kurd derxîne holê, ji ber paradîgma rêber Apo modeleke ku dikare hem pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên ku îro di cîhanê de  hene çareser bike.    

Serdar Star di dawiya gotinên xwe de jî wiha got; “ êdî rêber Apo ne tenê rêberê partiyekê yan jî perçeyeke Kurdistanê ye. berovajî êdî ew bûye rêberekî hemû cîhanê ji ber ramanên rêber Apo ramanên di asteke herî jor dene. Ji lewma divê em hemû xwedî li rêberê xwe derkevin, ev jî erkekî wijdanî û mirovane ye. Xwedî li rêber Apo derketin xwedî li îradeya xwe derketine, careke din em komploya navnetewî careke din şermezar dikin.”