Gelê bakûr ji bo Rojava seferber e
Gelê bakûr ji bo Rojava seferber e
Gelê bakûr ji bo Rojava seferber e
Kampanya ji bo alîkariya piştevaniya Gelê Rojava her ku diçe belav dibe. Li navçeyên Sîlopî, Hezex û Qoserê alîkariyên ku hatin komkirin, şandin navçeya Nisêbînê. Li navçeya Kopê ya Mûşê jî banga alîkariyê hat kirin.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê alîkariya ku ji aliyê şaredarî û saziyên sivîl ên civakî ve hat komkirin ji bo piştevaniya Gelê Rojava şandin Nisêbînê. Di çarçoveya kampanya alîkariya bi hişyariya "Roj roja yekîtiyê ye" komkirina zexîreyan berdewam dike. Di çarçovya alîkariyê de xwarina wekî riz, şekir, alavên paqijiyê. miqarne, salçe, rûn, potên zarokan û gelek avalên din hatin komkirin. Alîkariya ku hat komkirin bi kamyonan ji Qoserê şandin Nisêbînê. Berî ku alîkariya hatiye komkirin bişînin Rojava daxuyanî dan û diyar kirin ku dê alîkariya wan berdewam bike. Ji Qoserê 5 kamyon alîkarî şandin Nisêbînê.
SÎLOPÎ: Li navçeya Sîlopiya Şirnexê jî bi heman armancê di pêşengiya saziyên sivîl ên civakî de komkirina alîkariyê bi hemû hêz û bezê berdewam dike. Alikariya ku tê komkirin li embara tenişta avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê tê komkirin. Alîkariya ku li vir jî hat komkirin bi kamyonan ber bi Nisêbînê ve şandin. Bi tevahî 350 telîs aravan û zexîrê salê şandin Nisêbînê. Serokê Komeleya SİLKO-DER'ê Selim Taşkin, diyar kir ku alîkariyî peyvirek mirovahî ye û dê alîkariya wan berdewam bike.
HEZEX: Li navçeya Hezexa Şirnexê jî bi heman armancê Komeleya Piştevanî û Alikariya Gelê Hezexê (İHYADER) û Şaredariya Hezexê hevpar alîkariyê kom dikin. Di çarçoveya kampanyaye bi tevlêbûna saziyen sivîl ên civakî û BDP'ê li tax û kolanan alîkariya zexîre û xwarinên din tên komkirin. Alîkariya ku li pêş avahiya Şaredariyê hat komkirin bi kamyonan şandin Nisêbînêi.
KOP: Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Kopê ya Mûşê jî ji bo alîkariyê bide Gelê Rojava bi piştgiriya Şaredariya Kopê li avahiya BDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevserokê BDP'ê Nusret Filiz, bang li hemû gelê Kopê kir û xwest ji bo piştevaniya gelê Rojava dest bidin dest hev û alîkariyê bidin gelê Rojava.
NISÊBÎN: 11 kamyon û TIR'ek alîkariya ku ji Qoser, Sîlopî, Amed û deverên din hatin komkirin gihiştin Nisêbînê û bi konvoyekê birin Deriyê Sînor ê Hidûdê Qamişlo. Ji Qoserê 5 kamyon, ji amedê 4 kamyon ji Sîlopiyê 2 kamyon û 1 TIR'ek, hatin komkirin û şandin Rojava. Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Gelê Sîlopiyê Selim Taşkin, li ber Navenda Çanda Mîtannî ya Nisêbînê daxuyanî da û diyar kir ku dê alîkariya wan berdewam bike.