Gelê Rêya Armûşê wê bi Yacan û Kurt dawî li qeyûm bîne

Li Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kurt bûne namzetên şaredariyê ya HDP'ê û gel wê bi Yacan û Kurt dawî li desteserkirina qeyûm bîne.

Li Rêya Armûşê ya Wanê bi rengekî teqez lê tê nerîn ku HDP bi ser bikeve. Yek ji navçeyên ku herî pir bûyî mexdûrê qeyûm Îpekyolu ya  Wanê ye.

HDP li Rêya Armûşê ya Wanê wê bi namzetên Şahzede Kurt û Azîm Yacan bikeve hilbijartinê. 

Kurt bi salan e ku di nav têkoşîna jinan de cih digire û Azîm Yacan ji 17 saliya xwe ve di di nav Baskên Ciwanan a HDP'ê de dest bi têkoşînê dike.

XEBATÊN JINAN KIR

Kurt 1978'an li Payizava a Wanê, li gundê Nordizê jidayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Wanê qedandiye. Kurt sala duyan dest ji zanîgeha Erzeromê berdide û tevlî nav xebatên siyasî yê partiyê dibe. Xebatên taxan ên partiyê dike demekê, piştre xebatên Meclîsa Jinan a DTP'ê dike. Her wiha 4 salan Berdevkiya Meclîsa Jinan dike. Demekê di rêveberiya DBP'ê de ya navçeyê rêveberiyê dike û 3 salan li Akdemiya Siyasetê ya Jinan dixebite. 2017'an dibe endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê û ev 2 sal in li Serhedê bi vê peywirê kar dike.

YACAN, NÛÇEGIHANÎ Û SIYASETMEDARÎ KIRIYE

Azîm Yacan jî 1980'an li Êlkê jidayik dibe, 1999-2003'an li  Wan û Rihayê xebatên Baskê Ciwanan a HDP2ê dike. Demekê edîtoriya rojnameya Azadiya Welat dike.

Yacan li Bûroya Wanê ya DÎHA'yê nûçegihanê dike û piştre jî demekê bûye alîkarê hevserokê bajêr ê Wanê yê BDP'ê. 2017'an jî bi peywira Alîkarê Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Wanê rabûye.

Yacan zewicî ye û bavê 5 zarokan e.