Gel li Lozanê ji bo HDP’ê kom bûn
Li Lozanê bi armanca piştgiriya bi HDP’ê re şevek hat organîzekirin
Li Lozanê bi armanca piştgiriya bi HDP’ê re şevek hat organîzekirin
Di şevê de agahiyên teknîkî dan koçberên wê ji 8’ê Gulanê ve dengên xwe bikar bînin. Di axaftinan de jî hat diyarkirin ku adresa çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê HDP ye.
Ji bo piştevaniya bi HDP’ê re li bajarê Lozan ê Swîsreyê şevek hat organîzekirin. Di şevê de ligel Parlamentera Kantonê ya Lozan a ji Partiya Sosyalîst Sonya Butere, endamê Meclîsa Şaredariyê ya Lozanê Hadrian Buclin û Hevserokê Partiya Sosyalîst a Rizgariya Nû Tuncay Yilmaz bi sedan welatîyên Tirkiyeyî û Kurdistanî amade bûn.
HDP LOZAN: WEZÎFEYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ HILBIJÊRÊN LI EWROPA
Hanîfî Ceylan ê li salona bi al û flamayên HDP’ê xemilandî de axivî got ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wezîfeyeke mezin dikeve ser milê hilbijêrên li Ewropayê.
YILMAZ: HDP ÇEPERA AZADIYÊ YE
Piştî Ceylan Hevserokê SYKP’ê Tuncay Yilmaz ku mafê axaftinê wergirt, êrîşa duh a li Stenbolê li hember karkerên ku dixwestin 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin pêk hat şermezar kir. Yilmaz têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî got: “Ne tenê li Meclîsê li kolan, fabrîka, grev, dibistan li her qada jiyanê ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê HDP çepereke azadiyê ye.”
Dîsa Parlamentera Kantonê ya Lozan a ji Partiya Sosyalîst Sonya Butere, endamê Meclîsa Şaredariyê ya Lozanê Hadrian Buclin jî di axaftinên xwe de gotin ku HDP ji bo Tirkiyeyê şanseke û xwestin koçber dengên xwe bidin HDP’ê.