Gel bi girseyî diçe serdana teziyeyên şervanên YPG û YPJ'ê
Gel bi girseyî diçe serdana teziyeyên şervanên YPG û YPJ'ê
Gel bi girseyî diçe serdana teziyeyên şervanên YPG û YPJ'ê
Ji bo Şervanê YPG'ê Bariş Çinar (Azad Amed) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Amedê konê sersaxiyê hate vedan. Ji bo Şervana YPJ'ê Seyran Er (Zenga Zuhal) jî li navçeya Qoserê ya Mêrdînê mewlûd hat dayîn.
Ji bo Şervanê YPG'ê Bariş Çinar (Azad Amed) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Amedê konê sersaxiyê hate vedan. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hevşaredarên navçeyan, rêveberên DBP'ê û gelek kesên din tevlî sersaxiyê bûn.
Piştî rêzgirtinê Sekreterê Giştî yê MEYA-DER'ê Kasim Pervane axivî û diyar kir ku li Kobanê têkoşîna mirovahiyê tê dayîn û ciwanên Kurd di vê berxwedanê de fedakariyê dikin. Pervane, bal kişand ser girîngiya xwedîderketina ciwanên Kurd a nirxên xwe û wiha axivî: "Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina Kobanê ye. Divê hemû gelên cihanê rabin ser piyan û berê xwe bidin Kobanê." Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê.
JI BO ŞERVANA YPJ'Ê ER MEWLÛD
Ji bo Şervana YPJ'ê Seyran Er (Zenga Zuhal) li navçeya Qoserê ya Mêrdînê mewlûd hat dayîn. Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim, rêveberên saziyan û gelek kesên din tevlî mewlûda li Mala Gel a Şahdavut Yalçinkaya bûn.
Ji bo Şervana YPJ'ê Ozlem Turug (Yerîvan Botan) jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê mewlûd hate dayîn. Mewlûd li Taxa Mala Şînê ya Taxa Nur hate dayîn. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê hatin cem hev heya ber mala şînê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ û HPG'ê hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmayên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Şirnexê Abdulazîz Bîlge axaftine kin kir û wiha got: "Gelê Kurd li hemberî hêzên mêtinger axa xwe diparêze. Berxwedana Kobanê mînaka vê yekê e."
Xwendekarên Lîseya Ataturkê jî piştî dersê li baxçeyê dibistanê hatin cem hev û heya mala şînê meşiyan. Di meşê de dirûşmaya "Şehîd namirin" berz kirin.