Gefa biçek li Çîftyurek ê HEDEP’î xwarin
Li Amedê gefa biçek li Sînan Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin.
Li Amedê gefa biçek li Sînan Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin.
Çîftyurek der barê gefa biçek li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist. Çîftyurek diyar kir ku tespît û pêşniyarên wî yên der barê pirsgirêka Kurd de hin derdorên kûr aciz kiriye.
Çîftyurek anî ziman ku di 17'ê Mijdarê saet 17.00'an de li kuçeya Akkoyunlu ya kolana Gevran a taxa Ofîsê kesekî bi êlek ew rawestandiye, di bin êlek de çek nîşanî wî daye û piştre bêyî ku biaxive ji wir dûr ketiye.
Çîftyurek bilêv kir ku ev gef plankirî bû û got ku gefa biçek piştî şopandin û rêxistinbûneke demdirêj pêk hatiye.
Çîftyurek diyar kir ku her derên Amedê bi kamerayan tê şopandin û got, ger bixwazin dikarin bi hêsanî ew kesê ku gefa biçek lê xwariye bibînin.