Gef li Aktumurê HDP'y’î xwarin

Endamê HDP Lijneya Rêveberiya Navendî û Hevberdevkê Ciwanan Serhat Aktumur, ji aliyê 3 kesên ku qertên bi nivîsa MÎT’ê nîşandayîn ve hate revandin û wiha gef lê xwarin; “Em te careke din li vir bibînin, emê guleyekê li serê te bidin.”

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevherdevkê Meclîsa Ciwanan ê HDP’ê Serhat Aktumur, li Çerxerêya Kantar a navçeya Kayapinarê ji aliyê 3 kesan ve rê lê birîn û revandin. Aktumur ê ku gotî kesên ku nasnameya Tîma Îstixbaratê ya Mîllî (MÎT) nîşandayîn, li wir xwestine li ser navê “nîqaşê” axaftinek bikin, li ser redkirina vê bi lêdanê bi zorê xistine wesayîtê û birine.

Aktumur diyar kir ku di dema xistina wesayîtê de mexdûrê tundiyê hatiye. Aktumur got ku li ber AVM ya Nînova ya li navçeya Rezanê jî kesek din jî li wesayîtê siwar bû, westiye ku ji wesayîtê bireve lê nekariye.

Aktumur teqez kir ku li ser rêya Farqîn li Daristana Bajêr bi çav girtî ji wesayîtê tînin xwarê, li wir kesê ku zaniyî navê wî ‘Komîser Nîhat’ ew hişyar kiriye ku neçe ÎHD’ê û agahiyan nede çapameniyê. Aktumur anî ziman ku piştî bi şêweyê “Em careke din te li vir bibînin, em ê gûleyekê di serê te de biteqînin” gef lê xwarin, li ber daristana bajêr anîne xwarê. Aktumur diyar kir ku piştre heman kesan li wî geriyan e û xwestine ku sibe bên emniyetê û “Nîhat komîserî” bibinin.