Gaziyên Pirsûsê hê di bin çavan de ne

19 kesên ku di operasyonên li hember sosyalîstan pêk hat de hatin girtin ku di nav de kesên bi birîndarî ji komkujiya Pirsûsê rizgar bibûn jî hene, hê jî li Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên girtin.

Sosyalîstên gazî yên Pirsûsê Şerîfe Erbay, Çagdaş Kuçukbatal, Îlke Başkar Baydar û Oguz Yuzgeç jî di nav de sosyalîst hê di bin çavan de ne. Ji ber sedema biryara veşartîbûnê ti agahiyên têkildarî sûcan nayên dayîn.

19 kesên ku di operasyonên li hember sosyalîstan pêk hat de hatin girtin ku di nav de kesên bi birîndarî ji komkujiya Pirsûsê rizgar bibûn jî hene, hê jî li Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên girtin.

TÊKILDARÎ BELGEYAN AGAHÎ NÎNE

Parêzer Ozlem Gumuştaş got ku ji ber sedema biryara veşartîbûnê têkildarî sûcê muvekîlên xwe ne xwedî agahîne. Gumuştaş diyar kir ku wê îşev jî dîroka muvekîlên wê ya derketina pêşberî dozger diyar bibe.