Gaziyê Pirsûsê Yuzgeç: Min heman bêhna şewatê li Enqereyê hîs kir

Hevserokê SGDF Yuzgeç ji komkujiya Pirsûsê birîndar rizgar bibû û duh li Enqereyê bu şahidê komkujiya Enqereyê got: “Av avêtin ser cenazeyên me, gaz avêtin. Me birîndarên xwe radikir, polîsan êrîşî me kirin. Wek Pirsûsê bû.”

Hevserokê SGDF Yuzgeç ji komkujiya Pirsûsê birîndar rizgar bibû û duh li Enqereyê bu şahidê komkujiya Enqereyê got: “Av avêtin ser cenazeyên me, gaz avêtin. Me birîndarên xwe radikir, polîsan êrîşî me kirin. Wek Pirsûsê bû.”

Hevserokê Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst Oguz Yuzgeç ji komkujiya Pirsûsê birîndar rizgar bibû, duh bû şahidê komkujiya Enqereyê.

'KOMKUJIYA ENQEREYÊ BERDEWAMA PIRSÛSÊ YE'

Yuzgeç destnîşan kir ku Qesr û AKP’ê rûyê xwe yê komkujer careke din bi komkujiya Enqereyê ve nîşan da û wiha axivî: “Me Pirsûsek duyemîn dît. Komkujiya Enqereyê berdewama Pirsûsê ye. Ev komkujiya xeleka dawî ya Qesrê ye. Şêwazê taqemeniyê û bûyerên piştî taqemeniyê wek a Pirsûsê ye. Me li Pirsûsê hewl dida em birîndarên xwe, cenazeyên xwe rakin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid ve êrîşî me kir. TOMA ajotin ser me. Li hember miriyên me rêzek herî biçûk jî nîşan nedan. Me heman tişt duh li Enqereyê jî dît. Av avêtin cenazeyên me, gaz avêtin. Me birîndarên xwe radikirin, polîsan êrîşî me kirin. Wek Pirsûsê bû.”

'EM Ê ÊŞA XWE LI HEMBER QESRÊ VEGUHERÎNIN HÊRSÊ'

Yuzgeç diyar kir ku êşa xwe ya Pirsûsê veguherandine hêrsê û wiha axivî: “Li hember komkujiya Enqereyê jî ji vê pê ve ti şansa me tineye. Em ê êşên xwe, rondikên xwe li hember komkujeran, Qesrê veguherînin hêrsê.”
Yuzgeç destnîşan kir ku şerê ku AKP’ê bi komkujiya Pirsûsê ve îlan kir, gelan berxwedan bilin kirin, ji kolanan veneqetiyan û li bajarên Kurdan xwerêveberiyên xwe îlan kirin û bûn bersiv. Yuzgeç got: “Qesrê xwest li hember kolanan bisekine. Kolan teslîm nebûn.”