Em li Roboskiyê, li warê ku 34 gundiyên Kurd lê di encama bombardûman kirina balefirên Tirk de, hatin qetilkirin gav bi gav geriyan. Mirin jî di nav de li gel hemû tehlokan em bi kaçaxçiyan re ji Ortasû, Gûlyazî û Gulhedîtê ketin rê û me berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Em bi gundiyên ku dabara xwe ji aliyê dî yê sînor bi anîna çay, şekir, arvan, mazot û cixarê dikin, axivîn. Em di tevahiya rêwitiyê de bi wan re bûn. Çend dîmenên vê "rêwitiya qaçax" ku di bin çavdêriya leşkeran de pêk tê...
* Piştî çend seatên dî wê xwendevanên me bikaribin xwe bigihînin wêne, video û nûçeya vê rêwitiyê...