Gardiyan û jendermeyan li Şakranê êrîş kirin

Li Girtîgeha Şakranê, di dema hevdîtinê de gardiyan û jendermeyan êrîşî girtiyan û malbatên wan kirin.

Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger di roja 48. de ye. Xizmên girtiyan îro çûn dîtina xizmên xwe, lê belê gardiyan û jendermeyên Tirk êrîş kirin. Cîhan Onen kekê yek ji girtiyên li girtîgeha Şakranê Bariş Onen diyar kir, gardiyanan di destpêkê de heqaret li wan kirine, piştre jî êrîşî girtiyan kirine.

DI DESTPÊKÊ DE HEQARET KIRIN, PIŞTRE ÊRÎŞ KIRIN

Onen anî ziman, ew li ber vê yekê rabûn, lê belê êrîşî wan jî hatiye kirin. Onen destnîşan kir, ku gardiyan û jendermeyan girtî bi erdê re kişandine, ji cihê hevdîtinê derxistine û got, "Di dema êrîşê de girtiyan dirûşma 'rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe' dihat qîrîn. Li ser vê yekê malbatan jî bi çepik û tilîliyan nerazîbûn nîşanî êrîşê dan. Piştî ku dengê çepik û tilîliyan hat bihîstin, bi dehan jenderme ketin cihê hevdîtinê û çi zar çi jî extiyar êrîşî her kesî kirin. Gelek kes ji gelek cihên xwe ve birîndar bûn."

Onen ragihand, malbatên ku derxistin derveyî girtîgehê, li êşiya girtîgehê jî êrîş li wan hat kirin û li ser vê yekê neçar man e xwe bi çend metreyan ji girtîgehê vegirin. Leşkerên Tirk dor li xizmên girtiyan ên li vir girtine.