Gardiyanan bi gotina ‘bijî êşkence’ êrîşî girtî Akin kirin

Girtiyê bi navê Înan Akin ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kuçukçuler a Edenê sewqî Girtîgeha Hejmara 1 a Amedê hate kirin, 30 gardiyanan bi sirûşma ‘bijî êşkence’ êrîşî wî kirine.

Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku Înak Akin ê ji Saziya Înfazê ya Ceza ya Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê sewqî Saziya Înfazê ya Ceza ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Amedê dikir êşkence lê hatiye kirin.

Akin ê ji Edeneyê piştî sewqî Amedê hate kirin li ketina Saziya Înfazê ya Ceza ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Amedê, nêzî 25-30 gardiyanan xwestin ku wî lêgerîn bikin, lê Akin ê rê neda vê êşkence lê hate kirin.

TÛAY-DER ev agahî parve kir: “Li ser serlêdana malbata girtiyê bi navê Înan Akin a di lîsteya TÛAY-DER’ê de heye serlêdan hatiye kirin. Ji bo hevdîtinê dema nav dihatin tomarkirin, bi hinceta ku navê girtî li sîstemê nehatiye barkirin, parêzer saetekê hatin rawestandin. Di dema serdanê de li ser stûyê girtî Înan Akin şopên êşkencê hebûn, li jêra çavê wî yê rastê reş û şîn bûbû. Di hevdîtina hate kirin de hate diyarkirin ku girtî 25’ê Tebaxê anîne Saziya Înfazê ya Ceza ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Amedê, di dema ketinê de 25-30 gardiyan li bendê bûn, daxwaz jê kir ku xwe tazî bike, dema ku girtî vê qebûl nake, cil û bergên girtî di çirînin û lê didin, li ser dirûşma ‘Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe’ gardiyanan bi dirûşma ‘bijî êşkence’ kesê ku xwe weke midûrê girtîgehê da nasîn , kesên ku xwe weke ser gardiyan dan nasîn, êşkence lê kirine. Gefên mîna ‘25’ê Tebaxê ji bîr neke, ev hê destpêke’ kirin, piştî 4 rojan a li girtîgehê û şûnd kaxez û qelem dîsa cil û berg dayînê. Her wiha di dema ku hevdîtin li gel malbata xwe dikir de, naveroka hevdîtinên kirin hincet, her çendî li gorî qanûnê cezayekî wiha yê disiplînê tine jî, bi hinceta ku derbarê girtîgehê de nûçeyên derew çêdike, ceza lê hatiye birîn, li ser vê daxwaza mafê parastinê kiriye. Girtî Înan Akin li girtîgehê bi tena serê xwe dimîne, ji ber vê ewlekariya canê wî tine.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkildarî êşkence û nêzîkatiya xirab a li ser Înan Akin parêzeran giliyê sûc li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane. Ji bo berpirs bên darezandin komele wê bikeve nava hewldanên pêwîst.