G8’ê Bakûrê Koreyê şermezar û Îran jî hişyar kir
G8’ê Bakûrê Koreyê şermezar û Îran jî hişyar kir
G8’ê Bakûrê Koreyê şermezar û Îran jî hişyar kir
Wezîrên Darê Derve yê G8 ku wek kluba dewlemendan tê nasîn, Bakûrê Koreyê ji ber bernameyên çekên nukleer û fuzeyên balîstîk şermezar kir û her wiha Îran jî gotina ; paçeya dîplomasiyê dê heta dawiyê vekirî nemîne’ hişyar kir.
Wezîrê Karên Derve yên Koma G8 ku serokatiya wê ya demî Îngilîstan dimeşîne, civîna xwe pêk anî. Serokwezîrê Îtalyayê û Wezîrên Karê Derve yên Almanya, Îngîlîstan, DYA, Japonya, Kanada, Rûsya û Fransayê tevlî civînê bûn.
Civîn duh heta derengiya şevê berdewam kir û Wezîrê Karê Derve yê Îngîlîstanê Wîllîam Hage daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hague di axaftina xwe de got; “Di rewşa ku ger Bakurê Koreyê cerebandineke nû ya fuzeyê an jî nukleerê bike de, me biryara hinek pêşîlêgirtinên girîng girt.”
Hague diyar kir ku wezîrên Karê Derve yên G8’ê gotina êrîşkar ya heyî ya Bakûrê Goreyê şermezar kirine û da zanîn ku, berdewamiya van gotinan dê Bakûrê Koreyê zêdetir di nava tenêtiyê de bihêle.
DI DERBARÊ SÛRIYEYÊ DE TIŞTEKÎ NÛ TUNE YE
Hague da zanîn ku, mijareke din ya girîng a civînê krîza Sûriyeyê bû û got, cîhanê di vê mijarê de berpirsyariya xwe neaniye cih û di vê mijarê de nêrînên cuda hebûna xwe diparêze.
Endamê Kluba G8 a Rûsyayê, berovajî endamên din li dijî pêşîlêgirtinên tund yên li hemberî Sûriyeyê ye.
Wezîrên Karê Derve yên G8 di encamnameya ku weşandine de diyar kirin ku, ew ji ber krîza li Sûriyeyê di nava fikaran de ne û li ser girîngiya pêvajoya derbasbûna siyasî rawestiyan.
Her wiha bikaranîna çekên giran ya li dijî sivîlan jî şermezar kirin û got, ger çekên kîmyewî bên bikaranîn dê rastî bertekên tund yên navnetewî bên.
JI BO ÎRANÊ HIŞYARÎ
Her wiha di civînê de bernameya nukleerê ya Îranê hate nirxandin. Hague diyar kir ku, hefteya borî li Kazakîstanê bernameya Nukleerê ya Îranê pêk hatiye û hevdîtinên di derbarê vê de bi ser neketine û vê jî hêvî tune kirine. Hague got: “Em di mijara bernameya nuklera Îranê de nêzîkatiya ji du riyan pêk tê ya cezayî û muzakerayan pêk tînin. Lê mixabin paçeya dîplomasiyê heta dawiyê vekirî namîne.
Wezîrê Karê Derve yên G8’ê her wiha di mijara ‘Li dijî tacîz û tecawîza k udi dema şer de wek çek tê bikaranîn, têkoşîn’ peymaneke ku wek dîrokî tê dîtin hat îmzekirin.