Fransiyan Hollande di mijara Sûriyeyê de tenê hişt

Fransiyan Hollande di mijara Sûriyeyê de tenê hişt

Hikûmeta Sosyalîst ya Fransayê ku ji bo operasyona leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê pêşengiyê dike, piştî hevkarên xwe yênEwropayê ji aliyê rayagiştî ya Fransayê ve tenê hate hiştin.

Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande ku di mijara mudaxaleya li hemberî Sûriyeyê de tenê ma, ji rayagiştiya xwe jî piştgirî negirt.

Ji aliyê lijneya anketê ya Ifop ve ji bo rojnameya Le Fîgaro anket hat kirin û di anketê de ji sedî 64’ê Fransayê  li dijî mudaxaleya leşkerî ya li dijî Sûriyeyê ne.

 Anketa di meha îlonê de pêk hat, nîşan dide ku piştgiriya bo Hollande têk çûye.