Fransa ji Tirkiyê re got: Sînor bi kuştina sivîlan nayê parastin

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Efrînê got, "Pêkanîna ewlehiya sînor ne bi kuştina sivîlan e."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan ji BFM TV’yê re axivî û li ser hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê got, "zêdekirina şer a li şer e."

Le Drîan wiha axivî: "Tê fêhmkirin ku Tirkiye bixwaze ewlehiya xwe ya sînor pêk bîne, ev mafekî rewa ye, lê ewlekirina sînoran ne bi kuştina sivîlan e. Divê mirov şer li şerê Sûriyê zêde neke. DAÎŞ li Sûriyê hê têk neçûye."

Drîan li hêlekê got Fransa dostê Kurdan e û li hêla din jî got, Tirkiye di şerê Sûriyê de aktorekî jêneger e.

Drîan her wiha got divê artêşa Tirk û "hêzên biyanî" yên dîtir ji Sûriyê vekişin.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê got pêvajoya aştiyê ya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî girîng e û got di rewşeke berovajî de wê "şer li şer zêde bibe" û rewşeke dramatîk bi xwe re bîne.

Drîan her wiha got: "Kurd di standina Reqayê de bi temamî bûne mînak û biryardar, Pêşmerge di şerê dijî DAÎŞ’ê de bi risteke girîng rabûn."

Drîan bal kişande DAÎŞ’iyên Fransiz ên di destê Kurdan de û got nêzî 100 DAÎŞ’iyên Fransî di dest hêzên Kurdan de ne. Wezîr got, "Ev şervan in. Fransiz in lê dijminên me ne. Encam, ev ê ji hêla kesên ku bi wan re şerkirin ve werin darizandin."