Fransa: Bi taybet di operasyona Reqayê de divê Kurd hebin

Operasyona rizgkirina Mûsilê ya ku bi beşdariya artêşa Iraqê, Pêşmerge û Koalîsyona Navneteweyî dewam dike, ji Fransayê daxwaz kir ku girîngiyê bidin Reqayê.

Serokwezîrê Fransayê, anî ziman ku ji bo rizgarkirina Reqayê “Bi taybet divê Kurd” beşdar bibin.

Endamê Partiya Sosyalîst (PS) Serokwezîr Manûel Vallîs di Meclîsa Netewî de ê ku têkildarî oparasyona derveyî welat axivî diyar kir ku li Iraqê piştî rizgarkirina Mûsilê ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de karê yekem ê Koalîsyona Navneteweyî rizgerkirina Reqayê ye.

Vallîs bi bîr xist ku Reqa baregeha herî bingehîn a jçeteyên DAIŞ’ê ku ji bo li Ewropayê qetlîamam pêk bînine. Valîs bal kişand ku ‘karê yekem’ Mûsil e û piştre jî ji bo ‘Temambûna kar’ divê Reqa jî bê rizgarkirin.

Manûel Vallî binî xet kir ku di dema operasyona Reqayê de divê piştgiriya ‘Şervanên’ ku li dijî çeteyên DIŞA’ê û rejîma Esad bê kirin û wiha got: “Di vê wateyê de bi taybet ez Kurdan nîşan didim.” Vallîs, ji bo rizgarkirina Reqayê behsa girîngiya heyîna ‘Vînê’ kir.