FPPK daxwaz ji CPT’yê kir ku heyeteke doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê
FPPK daxwaz ji CPT’yê kir ku heyeteke doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê
FPPK daxwaz ji CPT’yê kir ku heyeteke doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê
Federasyona Girtiyên Siyasî a Kurdistanê da diyarkirin ku divê di demeke nêz de heyeteke doktoran a serbixwe biçe Îmraliyê û tişta pêwîst ji bo Ocalan bê kirin.
Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê (FPPK)’ê bi daxuyaniyeke niviskî daxwaz ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT)’ê kir ku, heyeteke doktoran a serbixwe bişînin Girtîgeha Îmraliyê ji bo lêkolinkirina rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pêwîstiyên Ocalan ên tenduristiyê bi cih bînin. Di heman demê de daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyeyê kir ku, di çarçoveya pêvajoya aştiyê ya Ocalan daye destpêkirin de wek erkeke exlaqî û siyasî Ocalan serbest berde.
Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê (FPPK)’ê ji bo gelê Kurd, medya û rêxistinên Kurdan bangawaziya hişyariyê kir da ku, di warê tenduristiya Ocalan de hişyar bin.
Di daxuyaniya Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê (FPPK)’ê de hatiye destnîşankirin ku, têkoşîna bilind a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di rêya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi şêwazekî aştiyane û demokrasiyê hatiye pêşxistin û bi baweriya aliyê Kurd bi peyama Rêberê xwe û pêkanîna pêvajoya bêdengkirina çekan û vekişîna derveyî sînor de jî heta niha hikûmeta Tirk gavên pêwîst ji bo biserxistina pêvajoyê neavêtiye.
Der barê tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de jî wiha tê gotin, “Her çend ku, pêvajoya qonaxa yekem bi encam bû jî, der barê rewşa tenduristiya Ocalan de hikûmeta Tirk qet guhertinek pêwîst nekiriye.”
Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê (FPPK)’ê bi wan her sê xalan daxwazên xwe tîne ziman.
1. Ji bo lêkolînkirin a rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan divê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT)’ê heyeteke doktoran a serbixwe bişîne Îmraliyê.
2. Hikûmeta Tirkiyeyê pêwîst e di çarçoveya pêvajoya aştî û demokrasiyê de wek erkeke exlaqî û siyasî Abdullah Ocalan azad bike.
3. Pêwîst e hemû medya, rêxistin û gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê der barê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de hişyar bin.