Forûma Mafên Astengdaran: Astengdar ne makîneya dengan e

Forûma Mafên Astengdaran diyar kir ku astengdaran di her hilbijartinê de dengê xwe dane û got, dengdarên ku tenê di hillbijartinan de tên bîra siyasetmedaran, makîneyeke dengan nînin.

Forûma Mafên Astengdaran li Odeya Mîmaran li ser astengiyên ku di hilbijartinê de derdikevin pêşiya astengdaran daxuyaniyek da. Li gel astengdaran, namzetê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî tevlî civîna çapemeniyê bû.

Forûma Mafên Astengdaran bi bîr xist ku dengdan mafê astengdaran e û destnîşan kir ku dengdan bêyî ku ji nepenîtî û ewlekariya dengdan tawîzê bidin, dikarin vî mafê xwe bi kar bînin. Forûmê diyar kir, eger partiyên siyasî namzetên astengdar ji cihê yekser karibin bên hilbijartin nîşan nedin, wê welatiyên astengdar dengê xwe nedin wan partiyên siyasî.

Endamên forûmê piştî daxuyaniyê ji ANF'ê re axivîn û bal kişandin ser zor û zehmetiyên di dema dengdanê de derdikevin pêşiya astengdaran. Fatîh Mehmet Moray diyar kir ku ew dixwazin bi kesa/ê bi îradeya xwe hilbijartiye biçin ser sindoqê û got, serokên sindoqê dest li astengdarên nbînin werdidin. Moray got, "Ez ne koleyê serokê sindoqê me û di bin fermana wî de najîm. Îradeya min azad e û aqlê min jî li serê min e. Tenê nikarim bibînm û dixwazin bi vî rengî dengê xwe bidim."

EM MAKÎNEYA DENGAN NÎNIN

Moray diyar kir ku astengdar mîna vîtrînê tên dîtin û wiha dewam kir: "Tenê di hilbijartinê de tên bîra wan. Dengekî zêde yê astengdaran heye. Rêjeya dengê astengdaran bi qasî 12 ji sedî ye. Tevî malbatên wan, hema bêjin nifûsa giştî dibe çil ji sedî yê civakê. Me weke makîneyeke dengan dibînin. Em makîneya dengan nînin. Mîna hemû ferdên din ên civakê, em jî ferdên civakê ne û divê bi vî rengî li me binerin."

ASTENGDAR JI MAFÊ XWE YÊ DENGDANÊ BÊPAR TÊN HIŞTIN

Endamekî din ê forûmê Bîlal Kizaritici jî işaret bi mafê dengdanê yê astengdarên mejî kir û got, "Dengdan mafê her mirovî ye. Civata astengdarên zîhnî berfireh e û hin ji wan xwedî wê hêzê ne ku dikarin dengê xwe bidin. Ev kes nayên dîtin û destûr nayê dayin ku dengê xwe bidin. Di vê mijarê de divê qanûnek bê amadekirin. Bi erêkirina desteya tenduristiyê re dikarin dengê xwe bidin."

DEWLET ASTENGDARAN NEÇAR DIHÊLE

Namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê Mûsa Pîroglû jî işaret bi pirsgirêkên astengdaran ên li Tirkiyeyê kir û got, AKP hemû beşên civakî yên xizan hiştiye, bi xwe ve mehkûm kiriye.

Pîroglû da xuyakirin ku AKP 16 sal in mûçeyekî gelekî kêm dide astengdaran û bi vî rengî wan neçarî xwe dihêle.