Fona bêkariyê pêşkêş dikin
Fona sîgortayê ya bêkariyê ji bo girtina newekheviya bûdçeyê û deynên navxweyî bi kar tînin.
Fona sîgortayê ya bêkariyê ji bo girtina newekheviya bûdçeyê û deynên navxweyî bi kar tînin.
Fona Sîgortayê ya Bêkariyê ku 2002’an hikûmeta Ecewît derxistibû ji bo girtina ne wekheviya bûdçeyê û deynê navxweyî bi kar tînin. 2016’an ji bilî kanên ku bi kar anîne ji fonê ku 103 trîyon gihaştiye hev tenê 14 milyar TL dane bêkaran. Tevahî ya ku dane bêkaran 10 ji sedê kanê ku gihayî hev jî nîn e. Ji bo girtina newekheviya bûdçeyê û deynê navxweyî hikûmeta AKP’ê çav berdaye fona bêkariyê û bi Biryara di Hikmê Qanûnan de a bi hijmara 687’an wê vê fonê pêşkêlî kardaran bikin.
2002’an Hikûmeta Ecewît bi Fona Sîgortaya Bêkaran her ji karkeran sedî 1, û ji kardaran sedî 2 hate birîn û bi vê hate armanckirin ku xebatkarên ku bêkar mane werin destekkirin. Li gorî dawiya sala 2016’an ji bilî lêçûnan li fonê 103 milyar TL li fonê gihaşte hev, ji vê fonê 14 milyar TL meaşê bêkariyê dane 5.137.899 TL’yî. Berê ji bo ku xebatkar bibin xwedî xalî fînansmana bi dest ve anîna xaniyan dihate dabînkirin, niha jî ji Fona Bêkariyê sedî 90’ê wê ji bo kirîna Tehwîlên Dewletê ku ji bo deynên navxweyî derdikevin, têne bikaranîn