FKÊ: Divê Êzidî li Kobanê xwedî derkevin

FKÊ: Divê Êzidî li Kobanê xwedî derkevin

FKÊ, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de banga xwedîderketina li Kobanê kir. FKÊ diyar kir ku Kobanê bi qasî Şengalê girîng e û xwest Êzidî beşdarî tevayî xwepêşandanên li Ewropa yên dawiya hefteyê tên lidarxistin bibin.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kir. FKÊ got ku êrîşa li hember Kobanê ji dijmintiya li hember Kurdan tê û got, “Ev çete ku bi taybetî êrîşî civakên mezlûm dikin, dide nîşandan ku maşika hin hêzên diyar in û her wiha karaktera wan a hov îspat dike.”

Daxuyaniya FKÊ wiha didome: “Şengal ji bo me tê çi wateyê û em çawa li Şengalê xwedî derdikevin, divê bi heman awayî em li Kobanê jî xwedî derkevin. Her Kurdê bi rûmet pêwîst e hêz, performans û potansiyela xwe ya herî bilind bixe dewreyê û bikeve nav tevgerê.

Baweriya me pê heye ku qîrîna azadiyê ya rêxistinkirî ya gelê Kurd wê tu astengiyan nas neke, wê belaya çeteyan ji holê rake û jiyana adil û azad a bi sedê salane di hesreta wê de ye ji nû ve ava bike. Roj roja derketina kolanan, qîrîna berxwedan û azadiya Kobanê gihandina cîhanê ye. Em bang li tevayî gelê xwe yê welatparêz dikin, derkevin kolanan û bi hemû hêza beşdarî mîtîng, meş û xwepêşandanan bibin.”