Skandala fîşkirinê ya li navçeya Hozat ya Dêrsimê, Komîsyona Hûrkolîna Mafê Mirovan ya Meclisa Tirk xiste rojeva xwe.
Skandala fîşkirinê ya ku, Qeymeqamtiyê, Fermandariya Cendirmeyan û Emniyetê ji Şaredar bigire heya bi sedan welatiyên ku fîşkirine, tê rojeva Meclisa Tirk. Komîsyona Hûrkolîna Mafê Mirovan ji bo lêkolînkirina îdîayan komîsyonekî jêr avakir.
Pêşniyara Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ya ji bo lêkolînkirina îdîayên fîşkirinê yên li Hozatê komîsyonek ya jêr bê avakirin, hate pejirandin. Li gorî pêşnûmeya ku bi dengên Parlementerên AKP’ê û CHP’ê hate qebûlkirin, dê di rojên pêş de komîsyonek jêr avabikin û parlementerên endamên komîsyonê dê biçin Dêrsimê û hûrkolînan bikin.
Piştre komîsyona jêr dê derbarê mijarê de raporekê amade bike û pêşkêşî Komîsyona Hûrkolîna Mafê Mirovan bike.