Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat diyar kir, AKP/Qesr hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle û hilbijartina pêşwext pêk bîne. Firat got, "Erdogan wê qîma xwe bi serokatiyê nîne, dibe ku xîlafetê bîne rojevê."
Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, pêvajoya dawî û qewimînên gengaz ên siyasî ji ANF'ê re nirxand.
Firat da xuyakirin, ku AKP/Qesr dixwazin HDP û MHP'ê di binê benda hilbijartinê de bihêlin û bi vî rengî hilbijartineke pêşwext pêk bîne. Firat destnîşan kir, ku di encama vê hilbijartinê de jî dixwazin rewşa heyî bi destûra bingehîn ewle bikin û ev nirxandin kir: "Bi hiştina HDP û MHP'ê li binê benda hilbijartinê ve dixwaze di meha Mijdarê de yan jî herî dereng di bihara 2017'an de hilbijartineke pêşwext pêk bîne û bi vî rengî bibe xwedî hêza karibe bi tena serê xwe destûra bingehîn biguherîne. Bi dîtina min, wê bi vî rengî destûra bingehîn biguherîne. Lewma, hemû hewldanên ji bo derxistina HDP'ê ji Meclîsê û kaosa serokatiyê ya li nava MHP'ê hatiye afirandin, ji bo vê ne. Dema Meclîs nû vebû, ji partiyên li meclîsê komîsyona destûra bingehîn hat avakirin. Lê ev komîsyon ji bo usûlê hat avakirin. Tê zanîn, nepêkan e bi vî rengî destûra bingehîn were amadekirin; nepêkan e ku çar partiyên cuda li ser destûar bingehîn bigihêjin mutabaqatekê. Ji bo bêjin, 'me got; de fermo em destûra bingehîn çêbikin, lê nebû' ev komîsyon ava kirin. Wê di demeke nêz de AKP jî destûra xwe ya bingehîn bixe rojeva meclîsê, lê nepêkan e ew bê qebûlkirin. Vê carê jî wê bêjin, 'me got em bi hev re çêbikin nebû. Dema me bi serê xwe anîn, vê carê li dij derketin; piraniya parlamenterên li meclîsê bidin me ku kem karibin destûra bingehîn çêbikin'. Polîtîkaya Sûriyeyê, xistina balafira Rûsyayê û bi taybetî lîstikên li ser HDP'ê tên lîstin, amûrên ji bo xwe gihandina dîktatoriyê ne."
'PÊWÎSTÎ BI MHP'Ê NEMA'
Firat da xuyakirin, ku AKP bi vê rola xwe ve, MHP a feraseta neteweperest-nîjadperest û faşîzmê temsîl dike bêwate kiriye û got, "AKP, tişta ku MHP temsîl dike ji MHP'ê baştir dike. Derbasî rastê MHP'ê jî bû. Lewma sedema hebûna MHP'ê ji holê rabû. Wekî din ew xist nava nakokiyan û hewl tê dayîn bê parçekirin. MHP ji bo hebe, ti sedemeke xwe ya siyasî nemaye. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de derba herî mezin MHP'ê xwar; ji sedî 7-8 pûanên xwe da AKP'ê."
'WÊ XÎLAFET BÊ ROJEVÊ'
Parlamenterê HDP'ê yê Mersîn Dengîr Mîr Mehmet Firat da zanîn, ku sîstema serokatiyê bi xwe jî wê ji bo dema dirêj têra Erdogan neke û ev tespît kir: "Xîlafeta alema Îslama Sûnî jî wê bê rojevê. Ji vê jî wêdetir êdî xwe li cihekî mirov dikare jê re bêje mehdîtî yanî 'rizgarkerê alema Îslamê' dibîne. Êdî xw weke kesekî ji aliyê Xwedê ve hatiye wezîfedarkirin dibîne. Mekanîzmaya şêwirmendiyê bi temamî ji holê rakiriye. Jê heye ku ew bi hêzeke xwedayî hatiye, lewma li gorî wî, ew nikare şaşîtiyan bike. Bi gotina gel; em li elametekê siwar bûne, ber bi qiyametê ve diçin!"
'DI NAVA AKP'Ê DE ÇANDA BÎATÊ XURT E'
Di mijara rakirina destnedanê û hewldana ji bo tasfiyekirina HDP'ê de Firat diyar kir, di nava AKP'ê de dengekî dijber wê dernekeve û got, "Di nava AKP'ê de dengekî dijber dernakeve. Ji ber ku hilbijartinên pêşwext di rojevê de ne û di nava AKP'ê de çanda bîatê serdest e, dengekî dijber jê dernakeve. Kî bi hêz be, bîatê ji wî re dikin. Ti fonksiyona Davûtoglû nemaye. Yên nêzî wî jî ji bo xwe nêzî Serokkomar bikin, wê êrîşî Davûtoglû bikin."
'ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ WÊ DEWAM BIKIN'
Paralmenterê HDP'ê da xuyakirin, ku êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesr li Bakurê Kurdistanê dike, wê bidomin û got, "Ev yek bi serokatiyê ve girêdayî ye. Heta xwe bigihînin wê armancê wê êrîş û şer bidomînin. Ji ber ku li şûna MHP'ê bi cih bûye û nikare ji Kurdan dengan bigire, berê xwe dide potansiyeleke mezintir; ew jî potansiyela neteweperestan e."
'DIJBERÎ WÊ BÊ ZÊDEKIRIN'
Dengîr Mîr Mehmet Firat nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Divê demê de wê dijberiyê zêdetir bike. Şerê Kurd-Tirk, şerê Elewî-Sûnî hema çi bê bîra we, wê ji bo sorkirina vê dijberiyê bi kar bîne. Lê dijwartir bike. Nepêkane ku di nava vê pêvajoyê de çareserî peyda bibe. Lê belê gava mirov li dema dirêj a pêş binêrin, tê dîtin ku ev rêbaz nikare bê dewamkirin. Di dawiya dawî de wê li dora maseyê rûnên. Lê belê di nava vê demê de wê rê li ber xisarên mezin vekin."