Fînlandiya ev du meh in zarokê Kurd ê 16 salî di girtîgehê de radigire

Fînlandiya ev du meh in zarokê Kurd ê 16 salî di girtîgehê de radigire

Ferhat Alar yê 16 salî ku ji Şirnexê ye, ev du meh in ku serlêdana penaberiyê li Fînlandiyayê kiribû, di girtîgehê de tê girtin. Polîsan got ku sedema girtina Alar, ev e ku li Fînlandiyayê xizmên wî hene û îhtîmala ku derbasî welatekî din ê Ewropayê bibe heye.

Zarokekî 16 salî yê serlêdana penaberiyê kiriye ji ber hincetên vala di girtîgehê de tê girtin û her wiha  nêzîkatiya Fînlandiyayê ya li dijî zarokên penaber û polîtîkaya penaberiyê careke din nîşan da ku divê li ber çavan bê derbaskirin. Çapemeniya Fînlandiyayê gotar û bernameyên ku polîtîkaya li dijî îltîcayan rexne dike hate weşandin.

Rojnameya YLE ya bi Swêdî  weşand dike bi berfirehî cih da mijarê. Alar ji rojnameyê re axivî û got: “Ez jî wek Kurdên din tenê jiyanek baş dixwazim. Min bawer dikir ku ku Kurd li vir azad dijîn. Lê min dît ku ne wisa ye."

Alar ku diçe Fînlandiyayê piştî çend rojan şûnde tê binçavkirin. Piştre jî şandin girtîgeha Kramertsskog a ku Helsînkiyê ku kesên penaber lê diman. Li vir 40 penaberên din jî hene.

Dora agahiyê bi dîwar û têlan dorpêç kiriye. Kesên penaber rojê saetekê derdikevin cihê hewan stendinê. Wextê xwe yên din jî di odeyên xwe de derbas dikin. Ji bo kesên tên serdana wan jî rêbazên tund derbasdar in.

Alar da zanîn ku ew li vir xwe baş hîs nake û got ji bo ku razê dermanên xewê digire û her şev kabûsan dibîne, kesekî di temenê wî de li vir tune û got: “Her kes di televîzyonan de dibîne ku çi li Kurdan tê kirin. Divê Fînlandiya wan baş bizane. Lê li gel vê dixwazin min bişînin Tirkiyeyê."

Fînlandiya her sal bi giştî 1500 serlêdanê red dike û wan kesan dike girtîgehê. Sala buhrî di nav de 41 zarok hebûn. Hikûmeta Fînlandiyayê ji bo girtina zarokên peaber derfetan diafirîne. Di sala 2011’an de soz da ku di vê mijarê de wê sererastkirinan bikin lê hê gelek zarok di girtîgehan de ne.