Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê, rojnivîskên Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku bi hênceta piştevanî li kampanyaya Nobedariya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê kiribû, hatibû girtin û ew avêtine Girtîgeha Dorlêgirtî ya Jina a Bakirkoyê, weşand. Fîncanci di rojnivîska xwe de ku di 22-24’ê Hezîranê de girtibû der heqê şertên girtîgehê de û binpêkirina mafên de bi govaniya xwe vegot.
'MIN NEKARÎ RAGIRIM'
Fîncanci di rojnivîskên xwe de ku bi peyama "divê bi rikdarî em bikenin, bi rikderî em baş bin," dest pê kiriye wiha dibêje:
"Bi temamî ez ji bo xwe li vir im. Hem ji bo ku biwêribim di mirêkê de li xwe binêrim û hem jî ji bo bikaribim bi xwe re li hev bim. Naxwe min ê nikarîbûya weke miroveke bê sinc û bê wijdan jiyana xwe bidomanda. Sedemeke min a bi temamî li ya xwe û taybet heye. Di têkoşîna mirovahiyê de eger heqên ku ez ji bo xwe dixwazim, jiyaneke xweştir eger ez ê bi mirovên din re par ve nekim ez ê şerm bikim ku wan heqan bijîm. Li şûna wê ez têkoşînê hildibijêrim. Dostên me divê qet xemgîn nebin ji bo vê jî ez ê bi xwe şanaz bim ku di vê serdemê de di girtîgehê de me. Dema ku mirov têne kuştin, ji mal û welatê xwe têne dûrxistin, malên wan bi ser wan de têne hilweşandin û dibine kavil û di nav wan kavilan de parçeyên bedena wan bêne dîtin, dema ku rexneya herî biçûk bi tundiyê bersivê ji xwe re dibîne û li hêla din dema mirov bi hêrs û kînê dilê wan tê tijekirin û tê teşwîqkirin ku sûcan bikin, piştî ku bi rêbazên ku qet nayê payin ên kuştinê bi çepiklêdanê seqet tenê hiştin, dema ku civak tê qirêjkirin, bêdeng mayin pêşî îxanetek li min e û piştre jî li civakê ye."