Fînalîstên Pêşbirka 58. a Eurovision'ê diyar bûn
Fînalîstên Pêşbirka 58. a Eurovision'ê diyar bûn
Fînalîstên Pêşbirka 58. a Eurovision'ê diyar bûn
Coşa 58. Pêşbirka Stranan a Eurovision'ê li bajarê Swêd Malmo dewam dike. Di encama tûra doh a pêşbirkê de 10 fînalîst diyar bûn.
Li bajarê Swêd Malmo, doh êvarê di tûra duyemîn a nîv-fînalê de nûnerên 18 welatan ji bo derkevin fînalê huner û performansa xwe pêşkêş kirin. Di pêşbaziya nîv-fînalê de performansa hunermenda Fînlandiyayî Krîsta Siegfrids ku bi berhema xwe balê dikşîne ser zewaca hemcinsiyan û koma Yewnan Koza Mostra & Agathonas bi strana xwe ya bi navê "Alkol belaş e" ku li ser krîza aborî a li Yewnanîstanê amade kiriye, bal kişand.
Di encama dengadana doh de, 10 welatên sibê di fînalê de li ber xwe bidin diyar bûn. Li gorî vê yekê;
ByeAlex ji Macarîstan,
Farid Mammadov ji Azerbaycan,
Sophie û Nodi ji Gurcîstan,
Cezar ji Romanya,
Margaret Berger ji Norwêc,
Eythor Ingi Gunnlaugsson ji Îzland,
Dorians ji Ermenîstan,
Krista Siegfrids ji Fînlandiya,
Gianluca Bezzina ji Malta,
Koza Mostra & Agathonas Iakovidis ji Yewnanîstan.