Fîlmê 'Berxwedan Jiyan e' li 3 bajarên Swêdê hate nîşandan

Çalakiyên ji bo piştgiriya şoreşa Rojava ku di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de roja Pêncşemê li Swêdê dest pê kirin, dewam dikin.

Fîlmê bi navê "Resistance is Life- Berxwedan Jiyan e" qala jiyana zarokekê dike ku di dema berxwedana Kobanê de tevî malbata xwe li Kampa Arîn Mîrkan a li Pirsûsê bi cih bûbû. Fîlm li Stockholm, Goteborg û Malmoyê hate nîşandan.

Fîlm li salona sînema ya Enstîtuya Fîlman a Swêdê ya li paytext Stockholmê, li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Goteborgê û li salona Sînema Gel a li navenda bajarê Malmo hate nîşandan. Gelek Swêdî û Kurdistaniyan li fîlm temaşe kirin.

Piştî ku fîlm qediya temaşevanan dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Berxwedana Kobanê" qîriyan. Ji bo piştgiriya bi şoreşa Rojava re alîkarî hate komkirin. Alîkarî wê ji şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk xwe li Şehbayê girtine bê şandin.