Fîlmçêkera Elman wê bi hinceta ala YPJ'ê careke din bê darizandin

Fîlmçêkera Elman Uli Bez ku ji ber parvekirina ala YPJ'ê li medya civakî hate darizandin û ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Munchenê ve biryara beraata wê hate dayin, li ser daxwaza dozger wê careke din bê darizandin.

YPG û YPJ ku rêxistina terorê ya dijminê mirovahiyê qedandin û ji aliyê tevahiya dinyayê ve bi rêzdarî hatin pêşwazîkirin, li Eyaleta Bavyera ya Elmanyayê dibin hedefa kiryarên taybet. Tevî ku her du hêzên Rojavayê Kurdistanê li Elmanyayê bi rengekî fermî ne qedexe ne, alên YPG/YPJ û PYD'ê di fermannameyeke Wezareta Karên Hundir de ya 2'ê Adara 2017'an hatibûn qedexekirin. Eyaleta ku ev qedexe bi rengekî dijwar lê bi cih tê anîn jî Bavyera ye.

Parvekirina alên YPG/YPJ'ê li medya civakî jî dibe sedema lêpirsîn û darizandinê. Yek ji kesên ku sala 2017'an ji ber ala YPJ'ê li ser Facebookê parve kir lêpirsîn lê hate vekirin fîlmçêker Uli Bez e ku li bajarê Munchenê ye.

Bez bi îdîaya "Propaganda PKK a qedexekirî kiriye" hate darizandin û Dadgeha Îdareyê ya Munchenê Nîsana bihurî biryara beraatê dabû. Lê belê dozgeriya Munchenê li dijî biryara beraatê derket û biryar bir ber destê dadgeha eyaletê. Li ser daxwaza dozgeriyê wê fîlmçêkera Elman Bez 15'ê Tîrmehê careke din derkeve pêşberî dadger.

Bez nerazîbûn nîşanî biryara dozger da û got, "Bi darizandinên wiha re azadiya fikir tê binpêkirin. Her wiha dixwazin kesên ku piştgiriyê didin Rojava bitirsînin. Dozgerên ku bi hinceta alên YPG/YPJ'ê lêpirsînê vedikin li ser şopa rejîma Tirk a belavker e."

Fîlmçêkera Elman Bez di darizandina beriya niha de daxuyanî dabû û diyar kiribû, eger dadgeh cezayê pere lê bibire wê pere nede û gotibû, "Min dixin girtîgehê bila bixin girtîgehê, eger pêwîst bike ez ê vî cezayî li girtîgehê derbas bikim."