‘Filîstîn dibe ku dest bi raperînekî nû bike’
‘Filîstîn dibe ku dest bi raperînekî nû bike’
‘Filîstîn dibe ku dest bi raperînekî nû bike’
Lîderê Hamas’ê Îsmaîl Heniye diyar kir ku Filîstîn dibe li dijî hewildanên nû yên Îsraîlê dest bi raperînekî nû bike.
Daxuyaniya Hanî ku dibêje gelê Filîstînê li hemberî sucên ku Îsraîlê li dijî wan kirine êdî gihiştiye astekî raperînê, piştî ku Wezîrê Karên hinder yê Îsraîlê li başûrê Kûdusê çêkirina 242 hezar cihên nîştecihbûnê erê kir şûnde hat. Leşkerên Îsraîlê di demên dawî de li ser Filîstîniyên ku xwepêşandanan dikin de guleyan dibarînin û rê li ber kuştina hinek çalekvanan jî vekirine.
Heniye ku di dema serdana Dîvana Dozgeriyê de daxuyaniya ku kirî de wiha dibêje: “Şert û mercên ku li Kudûs, Gazze û Rojavayê Şeria’yê nêzî şert û mercên raperîna Filîstînê yên pêş sala 1987’an ne. Desthilatdariya Îsraîlê a ku li dijî gelê me di kirina sûcan de berdewam dike, em êdî gihiştîne asta raperînê.”